16 juli 2024

Bêtalihiya dara gûzê û Kurdistan

Li ser rê dareka gûzê bû. Dareka pir mezin û bi heybet bû. Şax û guliyên wê berberî asîmanan bûbûn. 

Her sal bi baran gûz digirt. Guliyên wê di bin giraniya gûzan da xwar dibûn, digihîştin erdê.

Ji ber ku dareka pir mezin, pir bilind bû, newêrîbûn hilkişiyana ser.
Yên ji wir derbas dibûn ji bo ku çend gûzan bixun guliyên wê kevir dikirin, dişkandin.
Dara gûzê rojekê ji xwe got:

-Ez dareka çi bêtalih im, kî dihere û tê min kevir dike. Yên di bin min da rûdinin, ji siya min fêdê dibînin jî min kevir dikin, çiqil û guliyên min dişkînin.
Qedera welatê me Kurdistanê jî wek vê dara gûzê ye, heger ew ne li ser vê coxrafiya bela, mişt dijminên har bûya, ewê nehata dagirkirin, ewê hewqasî zulm û qetlîam nedîta.
Em cezayê xwşikî û muhîmiya welatê xwe dikşînin. Welatê me ne li ser vê coxrafiya lanetî bûya, çarhawlêî me ewê ne dijmin bûna. Emê jî wek her miletî nuha azad û serbixwe bûna. Lê girîngiya welatê me bûye bela serê me.

XXX

Tirkî bi darê zorê kirine dewsa zimanê me. Gava meriv bi viya hesiya dibê meriv kurdî di ser tirkî ra bigire, kurdî bike zimanê xwe yê esasî.

Zimanê me diya me ye. Dibê meriv diya dijmin di ser dayika xwe ra negire, qedir û qîmeta dayika xwe bêtir bizanibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE