16 juli 2024

Min reçela salê hazir û amed kir

Di nivîsa xwe ya do da min gotibû karê min ê topkirina giryazan(qeresî, wîşne)hîn neqediya ye, ezê sibe jî dom bikim.

Min karê xwe îro qedand, min dara feqîr baş rûçikand.

Gava ez wiha dibêjim helbet dîsa herî kêm 4-5 kîlo peva man. 

Guliyên bilind ez nedigihîştimê, min ew ji çûçikan ra hîştin. Nabe meriv para wan nehêle.

Ev du roj in bi rastî jî ez pir westiyam. Dara giryazê ne wek dara tuyê ye meriv dawşîne, dibê meriv yek bi yek jêke û têxe satilê.

Dûra pak bişo û yek bi yek dendikan jê derxîne.
Giryaz îsal pir bûn, şekirê me hindik bû, têrê nekir.
Gava şekirê bi pektîn hindik be reçel tîr nabe, rohn dibe.

Xwezî min hewqas tpo nekira. Me hinek da cîranê xwe yê sirb. Ewê bikin paj. Wîşneyên me pir tirş in, nayê xwarin, dibê meriv bike reçel.

Şekirê çend şûşeyên dawî kêm bû, min zêde keland, hêvî dikim baş bûbe.
Sibe zarokên werin, emê para wan bidinê.

Îsal reçela me pir e, emê pê kêf bikin. Jixwe em tu carî reçelên hazir nakirin, em hingiv dikirin. 

Hingivê me tim yê Swêd e, hingivê Swêd sedîsed hingiv e, sextekarî tê tune ye. 

Reçela me jî sedîsed organîk e û bi destê hosteyekî çêbûye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE