17 juli 2024

Parsekê cihû û tîcaret

Li Amerîkayê du kesan li ber dêrekê pars dikirin. Di destê yekî da pankartek li ser ”ez cihû me” dinivîsî hebû. 

Kesî qurişek jî nedida yê cihû, ji qerezî wî ra didan parsekê din. Him jî perakî zêde, ji bo ku yê cihû biqeherînin didan didanê. Ji bo ku yê cihû biqeherînin.

Vê yekê bala yekî kal kişand, gunehê wî bi parsekê cihû hat, çû balê, bi zimanekî henûn jê ra got:

-Birayê delal, vira dêr e, mekanekî miqedes yê  xiristîyanan e, tu nikanî li vir tu pera qezenc bikî, here ji xwe ra li dereke din rûne.
Parsekê cihû keniya ye, berê xwe daye parsekê din, jê ra gotiye:

-Salomon, hela tu ji xwe ra bala xwe bide vî, camêr tîcaretê fêrî me dike…


XXX
Hostê akordonê

Mêrik bi şanazî ji hevalê xwe ra got:
-Gava ez li akordonê dixim kes rûniştî namîne, ez her kesî radikim ji piya.
Hevalê wî got:
-Ê wê demê tu hosteyê vê enstrumanê yî !
-Na wele ez ne hostê wê me, ji ber ku ez marşa millî tenê zanim lêxim.

XXX

Çûka hezar salî
Mêrik cara pêşî bû helîkopter didît. Bi meraq ji hevalê xwe pirsî:
-Law eva hanê çi ye difire?
Havalê wî bala xwe da helîkopterê, got:
-Wele ez dibêjim hebe hebe, ev çûkeka hezar salî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE