Îro rojbûna lawikê me yê mezin Azad bû. Camêr bû 48 salî. Wî jî êdî por û rî sipî kiriye.
Ji Lûndê hatiye serdana me. Me jê ra festek xweş, yên ew jê hez dike çêkir.
Xanimê jê ra nanê goşt, min jî jê ra tawa Wêranşarê, cacix û zeleteyê ew pir jê hez dike çêkir.
Ji zûda bû tawa min
nexwaribû. Pir eciband. Lê ji tirsa diya xwe newêrîbû bigota xwarina herî xweş e.
Xanimê pir bi feqîr da xwarin, zikê wî êşiye. Gota dayê
bes e, ez teqiyam.
Ewê sê çar rojan li vir be. Sibe birayê min Fûad jî tê. Emê bi hev ra bigerin.
Hêvî dikim ne baran be, em kanibin li ser xwe bigerin.
Me ji bîr kir bi hev ra rismekî bigirin, rismê ez belav dikim yê 6 sal
berê ye.
XXX
Lawikê me Azad hatiye serdana me, li gorî hesabê malê sê çar
rojan ewê me bigerîne. Çendakî berê em çûn ba wî, nuha jî ew hatiye.
Lê ji şansê me yê xerab ra wa ye baran e, şilî û şepelî ye.
Sibe jî ewê baran be.
Îşev emê li ser pilana xwe bipeyivin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar