18 juli 2024

Dil dixwaze lê wext têrê nake

Di medyaya sosyal da, bi taybetî jî di malpera Botan Timesêda gelek nivîsên pir xweş bi ber çavên min dikevin. 

Di Botan Timesê da Ferzan Şêr, Tewfîq Bayram, Roger Acun, Înan Eroglu, Mûrad Dildar û çend kesên din nivîsên pir muhîm dinivîsînin.

Semîha Yildiz xanim Podcastên pir xweş çêdike, meriv ji gudarîkirina dengê wê têr nabe.
Necat Zivingî, Îbrahîm Xelîl Baran, Gewran Goyî û gelek kesên din jî di malperên xwe da nivîsên pir xweş dinivîsin.

Ez dixwazim gişan bixwînim, lê pê ra nagihînim, wext têrê nake.

Hin nivîsan kopî dikim ji bo ku dûra bixwînim, lê dikevin ser hev, pir dibin.

Xwezî wexta min zêde hebûya û min kanîbûya zûtir bixwenda. Gava zêde dixwînim çavên min sor dibin, diêşin.

Nivîsên ez dixwazim bixwînim lê pê ra nagihînim bixwînim çavê min li dû wan dimîne. Fena tiştê dilê meriv têkeve û meriv nikanibe bikire. Ew his bi min ra çê dibe.
Welhasilî kelam di medyaya sosyal da gelek tiştên beradayî, heta bi zirar belav dibin, lê li alî din gelek nivîsên xweş, bi fêde jî hene. Dibê meriv li bêjingê xîne, zexelî û ifareyan bavêje, yên baş bixwîne. Ew jî pir in, wexta meriv têrê nake.

XXX

Botan Time nivîsên ji hev xweştir û muhîmtir li dû hev diweşîne.

Nivîsên pir bi qalîte ne, meriv dixwaze miheqeq bixwîne.

Roger Acunê hêja li ser çerxa asîmîlasyonê nivîseke pir xweş nivîsîye.

Bixwînin, li ser we ye, li ser me ye, qala trajediya me dike.

XXX

-Sê babet însan hene:

Yek, wek nan e, tu tim lê digerî, carnan dibînî.

Dudu, wek derman e, wexta hewcedariya te hebe tu lê digerî, pir kêm dibînî.

Sisê, wek mîkrobê ye, tu lê negerî jî dibe, çimkî ew te her tim dibîne.

Însanê herî talûke, yê kêm fêm dike, pir bawer dike.

///Anton Çehov

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE