Azadê me em îro li Stockholmê birin çend derên pir xweş, derên, herêmên wek cinetê; sakîn, paqij, heta tu bibêjî xweş.
Berê em birin herêma Djursholmê li der û dora vê herêma qodemanan baş
gerandin.
Djursholm herêmeke ciyê kesên dewlemend e, giş vîlayên ji hev xweşiktirin.
Meriv ji gera wê, ji xwezaya wê têr nabe.
Em çûn Baxçeyê Qesra Ulriksdal(ulriksdalsslottsträdgård). Bexçeyekî pir mezin bû, her babet gul û çîçek û dar lê dihatin firotin. Meriv kanîbû sebze bi xwe top bikira û bikiriya.
Şansê me hebû baran nebarî, em baş geriyan, li peravê
deryayê rûniştin, me bîstekê li çûn û hatina botan temaşe kir.
Çaxa mîvan tên xêra wan em derên nuh, derên me medîtine dibînin. Îro jî me eynî
tişt kir. Me xêra lawikê me Azad û birayê min Fûad çend derên pir xweşik dîtin.
Gava ez li welatê xelkê derên wiha xweş dibînim, xemgîn dibim, dilê min bi halê me dişewite, tavilê bi bindestîya xwe dihesim.
Wek ferdê miletekî bindest li
hemberî xweşikiya welatê xelkê nabe meriv bindestiya xwe, perîşaniya miletê xwe
neyne ber çavê xwe.
Welatê xelkê xweş e, lê çi ji min ra?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar