19 juli 2024

Bersîva kalê zana

Wext û zemanekî kalekî pir zana hebûye. Te çi jê bipirsiya bersîva wî hazir bû, bersîveke xweş, biaqil dida.

Rojekê yekî gotiye:
-Ezê pirseke wer jê bikim ewê nizanibe, nikanibe bersîvê bide.
Gotine tu yê çi jê bipirse?
Gotiye:
-Ezê jê ra bibêjim, di destê min da pinpinîkek(minminîkek, pepûleyek)heye, Sax e(zindî ye), mirî ye?

Heger bibêje sax e(zindî ye), ezê di destê xwe da biheciqînim, bikujim. Heger bibêje mirî ye, ezê berdim, ewê bifire, bi hewa keve. Ew çi bersîvê bide ezê bersîva wî pûç bikim.
Mêrik çûye ba wî kalê zana û ew pirsa xwe jê kiriye. Kalê zana bersîveke aliman, zanayan dayê, gotiye:
-Ew di destê te da ye. Hilbijartin ya te ye.
Aqil taca zêrîn e, ew jî di serê her kesî da nîne. Çi heyf li dinyayê baqilên wek vî kalê zana hindik in, xwezî ji kêaqilan pirtir bûna.

XXX

-Bawerî wek neynikekê ye, carê derz lê keve, tim çixîzbûyî nîşan dide.

-Di riya tu zanî şaş î ji dêlî tu bi her kesî ra bimeşî, bi tenê bimeşe baştir e.

-Kevçiyên ji nav şîr derdikevin giş sipî ne, ya muhîm şîrê tu ji nav derketî sipî hîştin e.
Mewlane

-Însan li her derê însan e, di heyvanê însanekî da esalet tunebe, taca kaînatê jî bide serê xwe dîsa jî tazî dimîne.
Montaigne

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE