19 juli 2024

Me îro jî hin derên xweş dîtin

Gava texsîya(ereba) meriv di bin meriv da be, şufêr û rêberê meriv jî ji malê be, lawikê meriv be, meriv têr digere, kêfa mîra dike. Rojê dereke xweş dibîne.

Îro jî em çûn Dalaro, giraveka seetekê dûrî mala me ye. Em çend setan lê gerîyan, dûra jî hatin malê. Me dereke nuh dît. 

Li Stockholmê gelek der û giravên pir xweş hene. Her cara Azad tê Stockholmê bi xêra wî em hin derên nuh dibînin. 

Pêşiyên xelkê ji zarokên xwe ra welatekî xweş li pey xwe hîştine.
Lê em giş baş westîyan.
Gava meriv bigere, kêfê bike berhemdariya meriv jî kêm dibe. Belkî ji we ve jî xuya ye ev sê roj in ez kêm dinivîsînim. Ev îş wiha ye, yê çûç neke, bigere nikane zêde berhemdar be.

Ez xemgîn im, me îro rismek jî negirt. Carnan hiş li serê meriv namîne. Tişt nabe, bira îro jî bêrisim be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE