20 juli 2024

Dil û ziman

Rojekê padîşê ban kolê xwe kir, jê ra got:

-Ji min ra pezekê serjêke û ji hundurê wê du organên herî baş ji min ra bîne.

Kole çû mîhak serjê kir, zimanê wê û dilê wê xist sêniyekê, bir jê ra.
Padîşê got:

-Here mîhake din jî ji min ra serjê bike, ji hundurê wê jî du vê carê du organên herî bêkêr derxîne û ji min ra bîne.
Kole çû mîhak din serjê kir, dîsa dil û zimanê wê xist sêniyekê, jê ra bir.
Padîşê sebebê vê yekê pirsî:
-Got çima te herdu caran jî ziman û dil anî?
Kole got:
-Dema tu baş bî tu tiştê ji van herduyan xweştir, lê dema tu xerab bî tu tiştê ji van herduyan xerabtir tune ye.

Ziman pir muhîm e, kane him bibe emelê serê meriv, him jî bibe sebebê xelas û refaha meriv.
Ziman him hevalekî baş e, him xerab e. Zimano leqleq, serîyo teqreq.
Dil jî muhîm e. Şûşa dil carê bişkê hew dicebire. Dil miqabilê dil e. Rê ji dila diçe dila. Dilê tirsonek bi sîngê gewr û boz şa nabe.

Wele nabe, bile nabe, dil ketiyê lo çara nabe.
Wele nabe, bile nabe, dil kafir e lo ray lê nabe.

Çi tê serê meriv ji ruyê dil û zimên e, meriv kanibe bi dil û zimanê

xwe, rişma wan ji dest xwe bernede baş e.

Lê carnan rişme ji dest meriv difilite, meriv dide dû dilê xwe, ziman jî dide navê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE