Îro em bi malbatî çûn ba neviyê xwe Olîver Arasê şîrîn. Me feqîro ji dest hev revand. Geh min kir himêza xwe, geh xanimê, geh azad û Fûad. Gedê feqîr şaş ma, cara pêşî bû hewqas kesî ew ji dest hev direvand.
Lê wele mêrik qedrê me girt, dilê me gişan xweş kir, hat himêza me gişan.
Dûra Azad em anîn malika me û me xatir ji hev xwest. Sibe rêwî ye, ewê here
Lundê mala xwe.
Lê li Stockholmê dawiya ciyên xweş nayê, bi xêr careke din dema hat, ewê me hinekî din bigerîne.
Êvarî Abid Dundar hat dîtina Fûad, mej i hev ra bîstekê qala çavdêrî û serpêhatiyên xwe yên Kurdistanê kir.
Derengê şevê ye, ez naxwazim zêde dirêj bikim. Bira hindik rindik be. Sibet ê xêr vêra.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar