21 juli 2024

Dostiya ba û pel û halê me kurdan

Ba û pelê darê bûn dostên hev. Ba êdî pel bi ber xwe nedixist, ew li der û doran, rasto çepo belav nedikir. Rojekê bê ji pel ra got:

-Hevalê hêja, bibêje, dilê te ku derê dixwaze, tu dixwazî herî ku ez te bibim wê derê.
Pel da hişê xwe, bîstekê fikirî, tu der nehat bîrê, xwe kerr kir, tiştek negot.
Bê(ba) careka din jê pirsî:

-De hadê bibêje, dilê te ku derê dixwaze ez te bibim wir.
Pel carek din kûr û dûr fikirî, lê dîsa tu der nehat bîrê. Got:
-Ez nizanim birayê ba, tu der nayê bîra min. Tu derekê bibêje.
Bê(ba) got:
-Piştî ku tu nizanibî tu yê herî ku derê ba dostê te be jî bêfêde ye, tu yê belav bibî, vir da, wê da bipengizî her derê.
Bê wiha got û dîsa bû guvîna wî. Pel jî wek her tim dîsa bi ber pê ket, belavî her derê bû. Di ser da vê carê yê ew belavbelavî dikir dostê wî bû.
Li vê dinyayê dibê armancek, hedefeke meriv hebe, meriv bizanibe çi dixwaze, bigihîje ku derê.
Dema meriv bêhedef be merivê wek pelên daran bi ber bê keve, ba meriv bibe ku, merivê here wir.
Dibê armancek, hedefek me kurdan hebe, ew jî yekîtiya netewî, azadî û serxwebûn e, xelasiya ji bindestiyê ye. Gere kem wek ferd, wek milet li hemberî vê bindestiyê hustuyê xwe xwar nekin, azadî, serxwebûn tim armanc û xeyala me be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE