22 juli 2024

Keçika kitêbfiroş û dildarê wê

Li Kabûlê xort çû ba dildara xwe ya kitêbfiroş. Ji şansê wî yê xerb ra bavê keçikê jî li wir bû.

Keçikê ji dildarê xwe ra got:
-Ma tu hatiye kitêba nivîskarê alman Yorg Danîel, ”Bavê Te li Mal e” bigirî?
Dildarê wê got:
-Na, ez hatime kitêba nivîskarê îngilîz Tomas Munîs, ”Ez kanim te li ku bibînim” bigrim.

Keçikê got:

-Ew kitêb tuneye, lê ez kanim kitêba nivîskara amerîkî Patrice Olfer, ”Di bin darên sêvan da” pêşniyar bikim.
Lêwik got:
-Pir baş e, tu kanî sibe kitêba nivîskarê belçîkî Jean Barner, ”5 deqeyên din ezê telefon bikim” jî bînî?

Keçikê got:
-Dibe, ezê bi kêfxweşî bînim. Wekî din jî, ez kitêba nivîskarê fransî Mishel Daniel, ”Tu carî bi tenê nahêlim” jî pêşniyar dikim.

Piştî vê axaftinê, bavê keçikê got:
-Ma hewqas kitêb ne pir in? Ma van kitêban gişan dixwîne?
Keçikê got:
-Erê bavo, yekî pir zîrek e, ewê gişan jî bixwîne.
Bavê got:
-Keça min a delal, wê demê kitêba nivîskarê hollandî, Frank Martinis, ”Ez ne xêv im” jî pêşniyar bike, bira wê jî bixwîne. Û ya din, tu jî wê kitêbê bixwîne

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE