22 juli 2024

Masîyê mezin masîyê biçûk dadiqultîne

Rûs dibêjin merivê şil ji baranê natirse. Kurd êdî ji mirinê natirsin, çimkî jiyana wan tim û daîm di bin gefa mirinê da ye.

Çar keriyên gurên har dora me girtine, tim me dixun. Heta em jî weke wan nebin xwedî dewlet û artêş ewê tu carî dev ji êrîşan û xwarina me têr nebin.
Masiyê mezin masiyê biçûk dadiqultîne. Li vê coxrafyayê heta em nebin xwedî dewlet, em nikanin xwe ji êrîşên guran biparêzin, emê tim masiyê biçûk û qûtê masiyên mezin bin.

XXX

Meriv bi cubeyê li xwe, bi şaşika li serê xwe nabe mele, bi dîplomeyê nabe fîlozof, bi nav û etîketê nabe alim. Zanîn ne di riyê, di şaşikê û cube da ye, di serî da ye.

Her tiştê em zanin ne zanîn e, ne rast e, lê haya me ji vê yekê tune ye.

"Ji dêlî meriv gelek tiştan piço piço bizanibe, tiştekî tam bizanibe hîn baştir e."

Friedrich Nietzsche

XXX

Meriv çiqasî zana be jî dibê quretiyê, pozbilindiyê neke, mutewazî, nefsbiçûk be, xwe wek Ristemê Zal nebîne.

Li erdê dûz mitikê, tilmê biçûkik jî xwe çiya dihesibîne.

Lê xelk mit û çi yê ji hev digerîne. Meriv di neynikê da xwe dêw jî bibîne xeyal e.

XXX

Tu miletekî din bi qasî ereban çîrokan xweş li hev nayne, tu miletekî din bi qasî farisan çîrokan xweş nabêje, tu miletekî din jî bi qasî kurdan ji wan çîrokên ereban bawer nake. Û tu miletekî din jî bi qasî tirkan fortan nade xwe û ne irqçî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE