23 juli 2024

Ji xeman xew tê, ji kerban ken tê

Hin gotin hene meriv aqil jê digire, meriv didin fikirandin. Ka werin bîstekê jî van çend rêzên jêr bixwînin.
Nivîsên li ser siyasetê, li ser bêtifaqiya me kurdan êdî ez westandime. Lema carnan di nav ra dixwazim qala tiştên din jî bikim.
-Alkol bi mişk dane vexwarin, ji pisikê ra meydan xwendiye, gotiye tu mêr î were vir !

-Bizinê ji dêlî avê va alkol vexwariye, serxweş bûye, li mala gur pirsîye.
-Alkol bi kerê dane vexwarin, daye lotikan, kurtanê xwe bexşîş daye.
-Ji kerê ra gotine naziyekê bike dest bi zîtikan(tîzikan)kiriye.

-Teyrê baz çavê xwe di goşt da vekiriye, qijikê çavê xwe di gû da vekiriye.

-Mişkê di nav êş(aş) da mezin bûbe ji gurrîna tavan natirse.
-Ji xeman xew tê, ji kerban ken tê.
-Tu qitranê çiqasî bikelînî jî nabi şekir.
-Hebe pûlê te, gelek dibin qûlê te, tunebe pûlê te teng e riya te.

-Pere bi hustuyê berêz ve kirine, jê ra gotine Beraz Axa!

-Pere meydanê li meriv dike fere.

-Tûrê merivê parsek tu carî tije nabe.

-Yê fêrî parsê, fêrî destvegirtina li ber xelkê bibe şerm, şexsîyet pê ra namîne.

-Mîha sipî kane berxa wê reş be. Ji dê û bavê baş kane ewladê xerab, ji dê û bavê xerab jî kane ewladê baş çêbe.

-Ji welîyan çêdibin xwelî, ji xwelîyê çêdibin welî. Carnan jî ji xweliyê jî xerabtir.

Însan ne wek darên mêwa ne, mêwa wî/wê diyar û eyan be.

Dibê meriv tiliya xwe nexe her qulikê, dikane ya mar tê da hebe ya jî dûpişk. Herdu jî kanin bi meriv vedin.

Şîrê manga reş jî sipî ye. Dibê meriv bi şikil, bi nav û deng nexape, li kar û hunera însên binêre.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE