23 juli 2024

Pakêta ez li bende kevzikî bûm îro hat

Pakêta ev du meh in ez li bende bûm şikir îro hat. Min 1200 kronê swêdî(100Euro) heqê kargoyê da. Bêxwediya heqê postê pir biha ye.

Min nizanîbû heqê kargoyê bişanda, serê min pir pê ra êşiya. Min ban lawikê xwe kir, wî şand. Ne ew ba min nikanîbû bişanda.

Meriv di înternetê da ji kitêbfiroşan temî bike erzantir tê. Ew kanin erzantir bişînin.

Di pakêtê da 10 heb Antolojiya çîrokên zarokan ”Hebû tunebû” ye, çend kitêbên din jî heval û dostan dabûn min.

Min bi xwe ra neanî, min got bi postê bişîne. Esas me şaşî kir, kîloyên me ne zêde bû, me kanîbû bi xwe ra bianiya. Me digot belkî barê me ewê giran be. Texmîna me şaş bû.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE