24 juli 2024

Ax pişta min !

Kûçikê pişta wî hebe dibe gurxenêq.
Pişta meriv hebe meriv stûr dibe, kes newêre bela xwe di meriv bide, her kes li hember meriv kibar û hurmetkar e, kes newêre tiliya xwe berbî meriv bike.
Pişta me hebûya, em xurt bûna dagirkerên welatê me nikanîbûn ev zulm li me bikirana, nikanîbûn her roj agir bi ser me da bibarandana. 
Mêrik li zikê wî xist, got ay pişta min. Got law ez li zikê te dixînim, çima tu dibêjî "ax pişta min?"
Got heger pişta min hebûya te nikanîbû li pişta min xista.

Mêş dimsfiroş nas dike. Dera hingiv lê be mêş jî lê hene. Hingivê te hebe mêşên te pir dibin.

Însanên dişibin mêşê pir in, li ku derê dims(mot) û hingiv hebe, dibe vinevina wan, li ser kom dibin.

Tu çi bikî jî ji şîraniyê naqetin. Çimkî mêş in, nikanin bi hawakî din bijîn.

XXX

Dibê meriv ne bi pêşiyên xwe, bi kar û barên xwe, bi kirinên xwe, bi berhemên xwe îftîxar bike.

Pêşiyên me nikanîbûn zora dagirkerên welatê me bibirana, hew kanîbûn, hew zanîbûn.

Ew ne jîr û jêhatî bûn, bira em jîr û jêhatî bin, em bi tivdîr û bi tifaq bin.
Meriv kane ji tarîxa xwe, ji serpêhatiyên pêşiyên xwe ders û ibretê bigire, şaşiyên wan dubare neke.

XXX

-Rûviyê birçî di xewna xwe da mirîşkê dibîne.

-Dinya di ber lehîyê here ne xema werdegê ye.

-Kela beroşê here qîmeta heskê namîne.

-Kêr doxa xwe nabire.
-Merivê pîsboxaz û boşboxaz ji belayê xelas nabe.

-Mar çiqasî xwaro maro biçe jî rast dikeve qulika(kuna)xwe.

-Her kes cahil e, tenê mijarên, babatên cehaletan cihê ne.

 Will Rogers

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE