25 juli 2024

Kurdî li ber mirinê ye

Dîrektorê Navenda Xebatên Kurdî (KSC) Reha Ruhavioglu li ser asîmîlasyona kurdan gotiye:

”Li Kurdistana Bakur ji deh kesan 3 kes kurdî baş dizanin. Her ku mirov ber bi Tirkiyê ve diçe axaftin û zanîna kurdî kêmtir dibe.
Her ku nifşên me ciwantir dibin axaftina kurdî kêmtir dibe.
Axaftina kurdî li cem jinan du-sê pûanan ji ya mêran kêmtir e.”

Bi van gotinên Ruhawîoglu xuya dibe kurdî li ber qedandinê ye, jin ji mêran pirtir asîmîle bûne. Zêdebûna asîmîlasyonê di nava jinan da pir xerab e, pir talûke ye.
Sebebên vê asîmîlasyonê çi bin jî netîce felaket e, em kurd wek milet dibin tirk. Gava jin bi kurdî nepeyivin, zarok bi kurdî mezin nebin, kal û pîr nikanin kurdî ji mirinê xelas bikin.
Di vê felaketa netewî da rola dewletê em zanin, lê sûc û gunehê me kurdan jî ji ya dewletê ne kêmtir e. Asîmîlasyona jixweber, bi dilxwazî ji ya dewletê pir mezintir û xerabtir e. Dewlet kurdî di her warî da serbest bike jî piraniya kurdan dev ji tirkî bernadin, derbê ciyê xwe girtiye.
Ziman jî dimrin, kurdî li ber mirinê ye, her kes êdî bi vê dizane.

XXX

Li meclîsa tirkan parlamenterê AKP´ê yê Trabzonê Adîl Karaismailoglu bi hutikan êrîşî parlamenterê DEMê Alî Bozan kiriye.

Pûlisan li Mêrsînê çend ciwanên li ber muzîkî bazdidan û sitranên kurdî digotin girtine, di munîbûsê da marşa ”Tirkiye ez ji bo te dimrim” bi wan dane guhdarîkirin.

Kurd gerek êdî fêm bikin dibê em ji bindestiya tirkan xelas bibin, li tu dera Tirkiyê ciyê me tune ye. Tirk, hukûmeta wan, dewleta wan me dijminên xwe dibînin û wê miamelê bi me dikin.

Ew bi çi çavî li me dinêrin, dibê em jî bi wî çavî li wan binêrin.

XXX

Artêşa tirk vê carê piştî êrîşan li Kurdistana Başûr bi cî dibe.

Berê piştî êrîşê paş da vedikşiyan, vê carê nenakişin, şargehan qereqolan, riyan çêdikin û bi cî dibin.

Çimkî bivik nedîtin, bala xwe danê kes dengê xwe nake. Gotin wê demê emê bi temamî dagir bikin.

Gerek tirkan nikanîbûna Kurdistana Başûr hewqasî rehet dagir bikin. Kurd û ereb pir kuş derketin, newêrin li hemberî tirkan bibêjin kirt. Meriv ji qahra wek mûmê dihele.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE