26 juli 2024

Her derî kilîtek wî heye

Her derîyek kilîtek wî heye, kilîtek lê tê. Her gelşek, her teşxeleyek çareyek, çareseriyek wê heye. Gelşên me kurdan pir in, lê heger meriv bixwaze çareserî jî hene. Dilê şivên bixwaze ji nêrî şîr didoşe. Serî her tiştî daxwaz e, dilpakî ye.

Mêwa her darê tune ye. Hin însan wek dara bêmêwe ne. Wek şesx hene, lê bêkêr in, ne ji defê ra dibin, ne ji zurnê ra.

Dîk çiqasî bang dide bira bide, çêlik guh didin qidqida mirîşkê.
Hin kes pir dikin leqleq, lê her kes zane wî, wan pere nake, serok çi bibêje ew e. Def di hustiyê wan da ye, qolik di destê serok da ye.

-Ji darê maşe çênabe, ji merivê xêvik paşa dernayê.

-Lez darek e, mêwa wê poşmanî ye.

Ez zû rabûm karê xwe, min şekir kir xwarina xwe.
Yê sibê di xew da nemîne, zû rabe, roj dirêj e, kane gelek karî bike.
Ez her sibe seet di 07.00 da ji xew radibim, xurîniya xwe dikim û dest bi karê xwe dikim. Berê di 06.00 da radibûm, min guhert.

-Ji hemêl(hemal) ra palanê wî nabe bar. 
Ji kesê hoste, zana ra karê wî çiqasî zor be jî ne gelş e, ji heq dertê, kane hel bike.

-Bi rextê piştê, bi hevîrê teyştê lec nabe. 
Bi tiving û keleşê êdî şerê dewletan nabe. Dibê meriv li gorî şertên îro hereket bike

-Bihar emrê ciwan e, xweş e lê zû diqede. Heyfa ciwaniyê extîyarî li dû tê.
-Bira konê min li nav êlê be, bira şelta min li kerê be. 
Dibê meriv ji welatê xwe, ji nav qewmê xwe dûr neke, çûyin rehet e, veger zor e.
-Bira meriv li ser daran be, ne li ser zaran be.
Dibê meriv nekeve devê însên, ser zar û zimana. 

-Bizinê haj(hay) ji qula tune ji miyê ra gotiye, "bi dawa xwe da dimîze."
Çavê hin kesan tenê kêmasî û şaşiyên xelkê dibînin, haya wan ji sosiretê wan tune.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE