26 juli 2024

Tirkiyê ne kurdî tenê, zimanên din jî hemû qedexe kirine

Îbrahîm Halîl Baran, di malpera xwe ya X´ê da tirkan zimanên din çawa qedexe kirine, çawa navên gundan û derên din guhertine, du kuporên rojnameyan parve kiriye.

Min nivîsa rojnameyekê wergerand kurmancî. Hûn kanin nivîsên li ser vê meselê û kuporên rojnameyan di malpera Îbrahîm Halîl Baran da jî bibînin. Ez jî kopîyên wan diweşînim.

Tirkan çi anîne serê me kurdan em baş zanin. Bi salan, hetanî 1950´î zimanê me bi fermanên dewletê qedexe kirin, serê her gotinê ceza li xelkê birrîn

Lê tirkan kurd tenê înkar nekirine, kurdî tenê qedexe nekirine, li Kurdistanê tenê navên gund, bajar û deran neguhertine, eynî tişt anîne serê miletên din jî. Çerkezî, gurcî, arnawidî û hemû zimanên din jî bi emrê dewletê qedexe kirine.
Li tu dera dinyayê irqçîtiyeke wiha neqewimîye, tu dewletê zimanê miletekî din qedexe nekeriye.
Di salên, 1930-1950´î da bi milyanan însanên bi tirkî nizanîbûn hebûn, axaftina bi zimanê xwe li însanan qedexe kirine. Ev barbariyeke bêemsal e.

Li Kurdistanê, li seranserê Tirkiyê ji bo ku ji miletekî din tu şop, tu mîrat, tu eser nemîne, her tişt talan kirine, navên her derê, her gundî, her semtê, herêmê kirine tirkî.
Bêyî tirkî zimanê her kesî qedexe kirine. Û bi viya jî îftîxar kirine.
Yanî tirk bi dagirkeriya xwe tenê nemane, bi kurdan ra miletên din jî înkar kirine, kultur û tarîxa her kesî talan û bincil kirin, dest dan ser mal û milkên wan, navên wan guhertine, ji xew ra tarîxek li ser derewan ava kirine, miletekî naylon, ji heftê û heft milatan bi hev va zeliqandine û navê ”miletê tirk” lê kirine.
Ev jî belgeya Îbrahîm Xelîl Baran parve kiriye:

Cumhurîyet

21.05.1936
Rûpel 6

”Li Gonenê bi biryara belediyê bêyî tirk axaftina bi zimanekî din hat qedexekirin. Yên bi zimanên wek çerkezî, gurcî, arnawidî, pomakî bipeyivin ewê werin cezakirin; xelk ji vê biryarê bi delal hat agahdarkirin.
Li çarşiyê, li bazarê, li qahwexaneyan yên bi zimanekî biyanî bipeyivin ewê werin cezakirin. Ji nuha û pê da êdî her kesê bi tirkî bipeyive. Gelê Gonenê ji vê biryara belediyê pir memnûn e.”

”Li qeza Bakirkoyê  navên biyanî nema.”



https://twitter.com/ixbaran/status/1816423839699726570

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE