27 juli 2024

Dîkê baş di hêkê da bang dide

Wek ferdên miletekî bindest, bêdewlet dibê em bi bindestiya xwe, bi bêdewletbûna xwe biqherin, vê yekê ji xwe ra bikin derd, xwe bi miletên xwedî dewlet ra muqayese bikin.

Pêşiyên me xweş gotine:
”Heger qirşî ji qirşîyê neqehere, avî ji avîyê neqehere kerekî nakin.”
Dibê dilê me bibije miletên, kesên xwedî dewlet, em bibêjin çima dewletên wan hene, çima ya me tune ye?

Çi yê tirkan, ereban, farisan, afrîqiyan, ermenîyan, afganan, pakîstanîyan ji me zêde ye, çima ew xwedî dewlet in, çima em 40-50 milyon kurd bindest in, bêdewlet in?
Hetanî em vê pirsê ji xwe nekin, heta em ji bindestiya xwe, ji bêdewletbûna xwe şerm nekin, pê neqeherin em tu havilê nakin, emê heta û heta bimînin bindest, hêdî, hêdî bibin tirk, ereb û faris…
Ji şansê me yê xerab ra serokên partiyên xurt jî ne tu serok in, ji neyar bêtir ketine bedena hev, dijminatiya hev dikin. 

-Dîkê baş di hêkê da bang dide.
Dîkên me ne dîkên baş in.

-Textê rizyayî mîx nagire. 

-Ewladê baş bavê dike wezîr, ewladê xerab bavê dike rezîl.
Meqesê gotiye: Ma ez ker im, di destê her kesî da herim.
Ji her karî ra hosteyî lazim e, dibê meriv erbabê karê xwe be. 

-Zerikê ji germa çirçir e.
Derdê me kurdan pir e, lema gav û seetê em davêjin ji hev da, wer qîje wîja me ye, destê me tim di gewriya hev da ye. Heger ne nabêncîtiya Amerîkayê bûya partiyên me li başûr û rojavê Kurdustanê ji zû da dest bi şerê hev kiribûn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE