28 juli 2024

Dil ne cam e gava şikiya deng derxîne

Rê ji dila diçe dila, tu bi çi çavî li kê binêrî ewê jî bi wî çavî li te binêrin. Çav derewa nake, dil miqabilê dil e.

Dil ne cam e gava şikiya deng derxîne. Şikir dil ji zimanê dil fêm dike. Lema pêşiyên me gotine dil ji dila diçe dila.

-Dilê te wek zêr be çi qîmeta xwe ye, piştî ku eyarê wî kêm be.

-Zêr û zîv ji nav axê derdikevin, lê di her axê û kevirî da zêr û zîv tune ye.
Babebet babet kevir heye. Kevirê kuş heye, bi kêrî tiştekî nayê, lê ji mermer heykelên mujteşem çê dibin. Aqût, zumrut, heqîq heye, xişrên meriv dibe heyran çêdibin.
Însanên kuş, qelp, bêkêr hene, hesinê pîs in, ne dibin bivir, ne dibin das.

-Evîn dişibe dozê, cefa dîtin jî dişibe şahid. Şahidê te tunebe tu nikanî dozê qezenc bikî. Dibê şahidê te hebe, ew jî cefa ye.

-Ez derdê xwe ne ji dostê xwe ra dibêjim, ne ji dijminê xwe ra, zîra dostê min ewê xemgîn bibe, dijminê min jî ewê kêf bike.

-Li vê dinyayê serketin ne ya kesên zana ne, ya kesên dikin e. Ji bo kirinê jî destpêkirin lazim e.
Kar dixwaze bira zor be, dixwaze bira rehet be, dibê meriv dest pê bike.
Azadî û serxwebûna me zor e, lê dîsa jî dibê em ji bo wê bixebitin.

-Di jiyanê da ji wextê(zeman)bi qîmetir çi heye? Ev yek girêdayî tu wexta xe didî kê. Hin însan ne hêjan e meriv sanîyake xwe bidê, hin jî hêja ne meriv guh nede wextê.

Di jiyanê da serketina herî mezin ne ew e ku meriv nekeve, ya muhîm di her ketinê da rabe ser xwe.

Însan bi dev dibêjin ez ji rexnebûnê aciz nabim, dixwaze tu wî rexne bikî, kêmasî û şaşiyên wî/wê bibêjî. Lê ne rast e, tiştê dixwaze ji te bibihîze tu pesnê wî/wê bidî.
Kesê ji pesindanê aciz dibe tune ye, lê yên ji rexneyê aciz dibin pir in.

Lema jî heval, nas, dost zû bi zû newêrin hevdu rexne bikin, tenê pesnê hev didin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE