06 juli 2024

Dinya xweş bûye lê ji me ra xerab hatiye

Gelek feydeyên medyaya sosyal hene, dinya biçûk kiriye, gelek kar rehet kiriye, karê dûr nêzîk kiriye, meriv ji bûyerên diqewimin tavilê haydar dibe.

Lê li alî din wek kurdekî xeberên meriv pê dilşa û kêfxweş bibe bi ber çavên meriv nakevin. Ev yek min bêhuzûr dike.

Her sibe gava ez kompîtora xwe vedikim, her xebera ez li ser kurdan û Kurdistanê dixwînim min xemgîn dike.

Tu xebereke min kêfxweş bike bi ber çavên min nakeve, li ser kurdan çi dibînim, çi dixwînim derd e, min bînteng û xemgîn dike.

Bixwînim derdek e, nexwînim derdeke.

Em kurd wek milet di rewşeke xerab da ne, çarhawêlî me dijmin in, wek gurên har êrîşî me dikin. Her roj welatê me bombebaran dikin û em jî ne li hev in.
Tu hew mêze dikî mêrik li du serokên kurd ên bi bêbextî hatine kuştin buhtanan dike, sûcdaran, tiliya dijmin ya di bûyerê da vedişêre, hin derew- merewan li hev digerîne.
Yanî êrîşên dijmin ne bes e, hin kes jî kurdan berra hev didin, dibin sebebê kurd hevdu biêşînin, dilê wan ji hev sar bibe.

Ev halê me, bêtifaqiya me meriv xemgîn dike. Hêvî dikim di demek nêz da roj li me hilê, em xeberên xweş bibihîzin û bixwînin.
Nuha ji me ra xerab hatiye, lê rojekê qey kabê me jî ewê mîr were.

XXX

Sitranbêja tirk Bengu´yê di konsera xwe da gotiye ”Xwezî bi dilê wî kesî dibêje ez tirk im”!

Li ser vê, ew protesto kirine, naylonên petê avêtine jê da.

Him diherin konserên tirkan, him jî xwe ji pantirkîstiya wan aciz dikin.

Heger hûnê aciz bibin neçin, hûn tirkan nas dikin. Sûcê tirkan tune ye, hûn bêîstîkrar in, hûn ji dûvika tirkan naqetin.

XXX

Mesûd Pizîşkiyanê azerî bû serokkomarê Îranê. Ji ber ku wek namzedê reformxwaz derket pêşberî milet xelkê ray datê. Diyar e kurdan jî bi xurtî ray danê.

Li gorî beyana berpirsiyaran rêjeya beşdariyê ne zêde ye, ji sedî 49,8 bûye. Lê ev agahî ya rejîmê ye, kane derew be. Bi texmîna beşdarî ji vê reqemê gelkî kêmtir e.

Ez bawer nakim Mesûd Pizişkîyan li Îranê guhertineke mezin çêke û benê di gewriya kurdan da sist bike.
Di bin seroktiya Mesûd Pizişkîyan da azerî di nava dewletê da zêde û xurt bibin. Li Îranê xurtbûna azerîyan di nava dezgehên dewletê da li zirara kurda ye. Azerî xwe merivên tirkan dihesibînin, lema jî piraniya wan neyartiya kurdan diklin.

Lê hêvî dikim texmîna min şaş be, Mesûd Pizişkîyan ji bo Îranê û kurdan ji yên berê baştir be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE