05 juli 2024

Almanyayê hêvî dikir ewê bimîne fînalê, lê wer nebû

Texmîna min rast derket, îspaniyan alman hustuxwar şandin malên wan. Lê mêrikan xweş lîstin, serketin heqê wan bû. Hekem penaltiyeke Îspanya jî ji nedîva hat, heqê wan xwar.

Jixwe Almanya li hemberî Îspanyayê tim bêşans e, di deqa dawiyê da wenda dike. 

Erê almanan jî xweş lîstin, parastina wan ji ya îspaniyan baştir bû, lê Îspanya ji wan baştir bû, lema wan berê gol avêtin. Lema qezenckirin heqê Îspanyayê bû.

Helbet li welatê xwe, li saha xwe têkçûn zor e. Lê top wiha ye, carnan jî meriv bêşans e.

Îspaniyan futboleke teknîk, xweş lîstin. Lê parastina wan zeîf e, dibê baştir bikin. Zû fersendê didin kontrayên raqib.

Fransa û Portekîzê di du seeta da zora hev nebirin, maç ma penaltiya. Fransayê di penaltiyan da 5-4 qezenc kir. Herdu taxim jî hema hema wek hev bûn, gelek şansê herduyan jî çêbû lê nebû xol.

XXX

Îro du maçên mezin hene.

18:00: Îspanya-Almanya.

21:00: Portekîz-Fransa.

Ez û xanim emê li herduyan jî temaşe bikin. Min xanim jî hewisandiye futbolê.

Temaşekirina li futbolê ji temaşekirina telewîzyonên tirkan hezar qatî baştir e. Jixwe ez li wan temaşe nakim. Naxwazim xwe bêhuzûr bikim. Lema rehet im.

Temaşekirina li telewîzyonên tirkan, gudarîkirina li vir û cehaleta wan ji bo min îşkenceyeke psîkolojîk e. Bi destê xwe, xwe naxim binê vê îşkenceyê.

XXX

Wedat Aydin, egîd û xweşmêrê rojên giran, kelemê nav çavê dijmin, tirs û xofa dilê hêzên dagirker 33 sal berê şeva 5ê temûza 1991´ê ji alî qatilên dewleta tirk ve ji mala wî hat revandin. Di 7´ê temûzê da cendekê vî xweşmêrî hat dîtin.

Qatilan ew bi hovane kuştibûn.

Miletê kurd ewê tu carî vî rgîdê canfîda, vî xweşmêrê rojên giran ji bîr neke.

Wedat Aydin, qehreman û şehîdekî doza Kurdistanê ye, ewê heta û heta di dilê miletê kurd da bijî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE