05 juli 2024

Bi derewên Mesûd Pezeşkîyan nexapin


Namzedê serokkomariya Îranê Mesûd Pezeşkîyan di mitîngên xwe da bi kurdî dipeyive û carnan jî dibêje
”bijî Kurdistan”!

Bi baweriya min Pezeşkîyan ne samîmî ye, ji dil nabêje ”bijî Kurdistan”, ji bo xapandinê, ji bo girtina rayên kurdan vê demagojiyê dike.
Pezeşkîyan e kurd e, azerî ye û got ew bi azerîbûna xwe serbilid e. Tiştê min ji axaftinên wî fêm kiriye ew ji kurdan bêtir dost û dilxwazê Tirkiyê û tirka ye.

Ez bawer nakim xêrxwaz û dilxwazê kurdan be. Dibê meriv bi demagojiya wî nexape, ji gotinên wî bawer neke. Azerî ji tirkan ne kêmtir neyarên kurdan e. Di tarîxê da jî ev tim wiha bûye.

Li Îranê azaerî ji farisan bêtir neyartiya kurdan dikin, hin herêm û bajarên Kurdistanê wek erdê xwe dibînin.

Li Îranê navê Kurdistanê ne qedexe ye. Her serokê Îranê navê Kurdistanê dibêje, giş jî dema hewce be pesnê kurdan didin û dibêjin ”bijî kurd û Kurdistan”!

Lê bi namerdî serokên kurdan yek bi yek dijujin, her roj ciwanên kurd bi darda dikin. Mafekî herî biçûk jî nadin kurdan. Dibêjin ”bijî Kurdistan”, lê otonomiyê jî nadin kurdan.

Gava Pezeşkîyan dibêje "Kurdistan" ew qala Kurdistana me nake, ew qala herêmeke Îranê ya bi navê Kurdistanê dike. Dibê em vê ferqê bizanibin, agahiyên şaş di nav kurdan da belav nekin.

XXX

Li gorî rojnameya Bild a Alman, lîstikvanê Tirk Merîh Demîral, ji ber şêla wî ya di maça Awisturyayê da bi nelîstina di du maçan hatiye cezakirin.

Ev yek ewê tirkan bêtir har bike. Erdogan ewê ji gelşê li karê derkeve, ewê pir îstîsmar bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE