04 juli 2024

Di 6´ê temûzê da bi milyonan tirk ewê bibin gurê boz

UEFA´yê, kesên îşareta Merîh Demîral a ”gurên boz” rexne kirin ji xwe ra xera  kirin, êdî bi sedhezaran tirk ewê bibin gurê boz.

Berê faşîstan, hevalên MHP´ê ew îşaret dikirin.
Di maça Hollanda-Tirkiyê ya 6´ê mehê da bi sedhezaran temaşevanên tirk di turîbûnan da û li derva ewê îşareta gurê boz bikin.
Dibêjin serokê Tirkiyê Erdogan jî ewê here maça Hollanda-Tirkiyê. Bi îhtîmaleke mezin Erdogan jî ewê eynî îşaretê bike.

Yanî sembola berê tenê ya faşîstan, ya MHP´ê bû, bû ya piraniya tirkan.
Di maça Hollanda-Tirkiyê da emê bibin şahidê vê yekê. Wê rojê him li Almanyayê, him jî li seranserê Tirkiyê, li kuçe û kolanan belkî bi milyonan tirk ewê îşaretê gurê boz bikin.

Tirk mêrikan nasyonalîst in, fikrê wan, îdeolojiya wan cihê bin jî di rojên wiha da dibin yek, wek bedenekê hereket dikin.

Tirk wek me kurdan ne bêhiş û korfahm in, di rojên wiha da dijayetiyên xwe yên siyasî û îdeolojîk didin aliyekî.

Li gorî rojnameya Bild a Alman, lîstikvanê Tirk Merîh Demîral, ji ber şêla wî ya di maça Awisturyayê da bi nelîstina di du maçan hatiye cezakirin.
Ev yek ewê tirkan bêtir har bike. Erdogan ewê ji gelşê li karê derkeve, ewê pir îstîsmar bike.

XXX

Di warê rûhî, fikrî da em û tirk ji hev qut bûne. Tenê zor me mecbûrî jiyana bi wan ra dike.

Ji sedî 99,9´ê tirkan me kurdan wek neyarên xwe yên sereke dibînin. Piraniya me jî êdî bi vê rastiyê hesiya ye. Ev şiyarbûn baş e, ji bo daxaza azadî û serxwebûnê şert e.

Di medyaya sosyal da meriv vê rastiyê dibîne. Gerek em ji hev biqetin, çare ev e.

Hetanî fikrê azadbûnê di nav miletekî da xurt nebe ew milet azad nabe, dibê daxwaz hebe. Gerek ev vê fikrê, vê daxwazê di nav milet da xurt bikin.

Tirkek li dereke Tirkiyê çûye aşxaneyeka yekî kurd, gotiye çima we ala tirk bi darda nekiriye, dibê hûn ala tirk bi darda kin!

Li ser vê şer derketiye. Bi hezaran tirk dibêjin edresa wê derê belav bikin, "emê herin bi xwediyê wir ra bipeyivin"!

Ev zulm êdî nayê kişandin, serok û siyasetmedarên kurd dibê êdî siyaseteke li gorî vê rastiyê bimeşînin.

XXX

Nuha li Stockholmê baraneke wer bi zirp dibare di hundur da meriv ji dengê wê hêbetula dibe.

Nuha li gelek deran lehî rabû. Xwedê kir kusêxikê me li ser girekî biçûk e, çiqas bibare jî zirar nagihîje me, di hewşa me da tu carî av kom nabe. Hewşa me wek seradê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE