04 juli 2024

Nivîsek 38 sal berê

Min ev nivîs bi tirkî, di 7´ê îlona 1986´a da şandiye konferanseke li Almanyayê çêbûye. Ez ji alî Profesorê tirk Server Tanîllî va hatibûm dawetkirin. Ez neçûme konferansê, min ev nivîs şandiye ji Server Tanîllî ra.

Min nivîs ji tirkî wergerand kurmancî.

-Birêz Profesor Server Tanillîyê hêja!
Gelek sipas ji bo ku we ez jî dawetî civîna foruma "li Tirkiyê demokrasî û mafên însanî” ya ewê  di 13´ê îlona da li Frankfurtê çê bibe kirime.


Min bi dil û can dixwest ez beşdarî vê civîna muhîm bibim û fikrê xwe, dîtinên xwe bibêjim. Li gel vê daxwaza min jî ji ber hin şertên ez di nav da me mixabin ez nikanim beşdarî civîna we bibim. Ji ber vê jî xemgîn im.
Di vê dema li Tirkiyê maf û azadiyên însanî ji ortê rabûne, îşkence û teror bûye siyaseta dîktatotiya faşîst a resmî da çêkirina civîneke wiha ji bo gelên Tirkiyê û Kurdistanê gelkî muhîm e. Xebat û hewildanên we yên di vî warî da trqdîr dikim.
Wek hûn jî dizanin li Tirkiyê li nasnameya xwe ya kurdîtiyê xwedî derketin, parastina hebûne gelê kurd, heta navê kurdî li zarokê xwe kirin, guhdarîkirina li muzîka kurdî qedexe ye, sûc e. Ji ber vê yekê jî li Tirkiyê pîvana hebûn û tunebûna demokrasiyê mesela kurd ya netewî ye.
Sebeb çi dibe bira bibe, ji nedîva dîtina vê meslê, înkarkirina mafê miletê kurd yên demokratîk, însanî û netewî ne demokrasî tê Tirkiyê, ne jî azadî û mafên însanî li Tirkiyê bi pêş dikeve.

Heger em bi kinî bibêjin, hetanî mafê 12 milyon miletê kurd neyê dayin li Tirkiyê tu guhertineke baş ne mimkûn e. Li Tirkiyê demokrasî jî, pêşketina azadî û mafê însanî jî girêdayî azadiya miletê kurd e.
Miletê kurd li welatê xwe, li ser aza dijî ne xwediyê tu mafekî netewî ye. Înkar miletê kurd siyaseta dewletê ya resmî ye.
Di vê civîna mijara wê demokrasî, maf û azadiyên însanî da hêvî dikim rewşa gelê min ê mezlûm jî were minaqaşekirin.
Ev, ji hêviyekê min a şexsî zêdetir wêdatir, daxwazeka mişterek a gelê min e jî.

Ez hêvî dikim biryarên di ”foruma li Tirkiyê demokrasî û mafên însanî da” werin girtin ewê cî li dîktatoriya Kenan Evren-Turkut Ozal teng bike û hevkarî û piştgiriya nabêna gelên me da xurt bike.
Bi vê hêvî we silav dikim.

A. Vahap Kumruaslan

1986-09-07

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE