03 juli 2024

Nivîsek 39 sal berê

Du sê roj berê di permekê da ez rastî 5 nivîsên xwe hatim. Min di nabêna 1985-1986´a da nivîsîne. Çar hebên wan bi kurdî ne, yek jî bi tirkî ye.

Nivîsa bi tirkî di 7´ê îlonê da min ji Profesor Server Tanîllî ra şandiye.
Di 13´ê îlonê da li Almanya, li Frankfurtê konferansek(Li Tirkiyê foruma demokrasîyê û mafê însanî)ewê çêbibûya. Li ser navê Server Tanîllî ez jî hatime dawetkirin. Ez neçûme konferansê, min nivîsek şandiye ji Server Tanîllî ra.

Nivîsa min ji Server Tanîllî ra şandiye bi tirkî ye, sibe ezê wergera wê biweşînim.

Nivîsên din li derekê çap bûne nebûne nayê bîra min. Ji wan nivîsan yek di sala 1985´a da dema ez serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd bûm, me li ser navê Federasyonê wek belavok belav kiriye.
Di dawiya sala 1984´a da zarokxaneyek zarokên kurd li Stockholmê, li herêma Tenstayê vebû.
Tirkiye li dijî vebûna zarokzanê derket û ji Swêd xwest ew vê zarokaxaneya kurdî bigirin. Ev beyana Federasyonê li ser wê meselê ye. Beyan min nivîsîye. Ez li vir careke din diweşînim, bira têkeve arşîva min.
Nivîsên din jî ezê biweşînim.

XXX
-Ji bîr û raya giştî ra

Di dawiya sala borî da zarokxaneyek kurdan li Tenstayê(taxeke Stockholmê ye)vebû û 15 zarokên kurd dest bi vê zarokxaneyê kirin. Vebûna vê zarokxanê di demeke kurt da bala hukûmeta Tirkiyê û sîxurên wê yên li Swêdê kişand, ew nerehet kirin.
Lêbelê bûyer bes bi vê nerehetiya wan nema. Wek tê zanîn hukûmeta Tikriyê ji hukûmeta Swêd bi hawakî fermî, ango resmî daxwaz kir vê zarokxana kurdan bigrin.
Ev daxwaza hukûmeta Tirkiyê di meha çileya paşîn(meha 12´a) da di rojnameya Svenska Dagbladetê da ji devê konsulê Tirkiyê hat eşkerekirin.
Di vê beyana xwe da konsolos digot li Tirkiyê bes zimanek heye, ew jî Tirkî ye.
Dûra konsolos bala hukûmeta Swêd bi zimanekî ”dîplomatîk” dikşand û daxwaz dikir vê zarokxaneyê bigrin.
Li ser vê daxwaza hukûmeta Tirkiyê heta nuha tu berpirsiyarekî hukûmeta Swêdê tu beyan nedaye, dîtinê xwe eşkere nekirye.
Bes di heqê konsulê Tirkiyê da şefê sosîalê Ove Radberg(Rådberg) beyanek da rojnama Dagens Nyheter ya herêmî.
Ove Radberg di vê beyana xwe da bi xurtî li dijî daxwaza Tirkiyê derdikeve û dibêje ev zarokxane ewê wek yên hemû biyaniyan bijî û ewê jî alîkariya xwe pê ra bidin domandin.

Ev daxwaz û êrîşa Tirkiyê li hember me hemû kurdên welatparêz, pêşverû, bi rêxistin û  bêrêxistin e.

Dema em vê bûyerê biçûk bibînin, ya jî di ser guhê xwe ra bavêjin, Tirkiye ewê cesaretê bigire û hin daxwazên din jî ji hukûmeta Swêdê bike.
Lewra divê em li hemberî vê yekê, li hemberî vê daxwaza Tirkiyê ya li dijî mafê mirovî derkevin û dengê xwe bilind bikin.

Emê dengê xwe çawa bilind bikin?
Bêguman divê li dijî vê êrîşa hukûmeta tirkan were derketin. Di vî warî da ne hewce ye meriv dûr û dirêj li ser fêde û pêwîstiya vê yekê bisekine.
Ji ber ku bûyer gelkî eşkere ye. Hukûmeta Tirkiyê dixwaze mafekî me yê însanî û demokratîk li vir ji destê me bide girtin. Yê dikeve ser milê me jî ew e ku em jî vî mafê xwe biparêzin û li dijî vê êrîşa Tirkiyê derkevin. Lê çawa û bi çi hawî?
Bêguman di vî warî da wek hemû rêxistin û komeleyên kurd barekî mezin dikeve ser milê Federerasyona Komeleyên Kurdistanê jî.
Divê Federasyon bêdeng nemîne û li hember vê daxwaza hukûmeta tirkan bi xurtî derkeve, dengê xwe bigihîne meqamên swêdiyan.
Li ser vê bîr û baweriyê Federasyona me di kongra xwe ya 5´a da ev bûyer girt rojeva xwe û bi nûnerên kongrê ra li ser sekinî, pêşniyar û dîtinên nûneran girt.

Di dawiyê da kongra me li ser vê yekê hin biryar girtin. Biryarên kongrê girtin ev bûn:

-Divê kongre ji hukûmeta Swêd û parlamentoyê ra têlgirafekê bişîne û ji wan daxwaz bike, ew vê bûyerê bincil nekin, li dij daxwaza Tirkiyê derkevin û rewşa xwe diyar bikin.

-Divê kongre ji parlamenterê VPK(Partiya Çep a Komunîst) Oswald Soderqvist ra têlgirafekê bişîne ji Oswald daxwaz bike, ew vê bûyerê bi riya partiya xwe bibe parlamentoyê û di parlamentoyê da li ser bête axaftin.

-Divê kongre ji şefê Sosialbîroyê (Socialbyrån) Ove Radberg (Rådberg)ra ji bo beyana wî ya rojnameyê sipasnameyekê bişîne û ji bo piştgiriya wî jê ra sipas bike.
Piştî kongrê, komîteya karger a Federasyonê ya nû ev hersê biryarên kongrê bi cîh anî. Ango ji hukûmetê, parlamentoyê, ji Oswald Soderqvist û ji Ove Radberg ra têlgiraf şand, ji wan ev daxazên jorîn kir.

Bêyî van hersê biryaran, kongrê biryarek din jî girtibû, belavokekê ji bîr û raya giştî ra belav bike û ji hemû kurdên pêşverû, welatparêz van daxazên jêrîn bike:
-Kongreya Federasyona Komelên Kurdistanê ya 5´a ji hemû rêxistin, komele û kurdên pêşverû, welatparêz dixwaze ew ji hukûmet û parlamentoyê ra telgirafan, nameyan bişînin, ji hukûmet û parlamentoyê daxwaz bikin, divê di vê bûyerê da ew bêdeng nemînin, dîtinên xwe eşkere bibêjin, li dijî daxwaza Tirkiyê derkevin.
Divê her rêxistin, komel û hemû kurdên, pêşverû û welatparêz ji Oswald Soderqvist ra têlgirafan bişînin û jê bixwazin divê ew  vê bûyerê bi riya partiya xwe bibe parlamentoyê.
Cardin dibê her rêxistin, komel û her kurdê pêşverû û welatparêz ji şefê Sosialbîroya Tenstayê Ove Radberg ra telgirafan bişînin, ji bo beyana wî jê ra sipas bikin.
Em, (Federerasyona Komeleyên Kurdistanê)bi vê belavokê vê biryara kongreyê bi cî tînin. Û em hêvî dikin her kurdê welatparêz jî ewê name û têlgirafan ji hukûmetê ra, ji parlamentoyê ra, ji Oswald Sodeqwist û ji şefê Sosîala Tenstatê Ove Radberg ra bişîne û li dijî vê êrîşa Tirkiyê derkeve.
Çawa ku hin daxwaz û hêvîya her kurdekî ji Federasyonê heye, her wisa hin daxwazên Federasyonê jî ji kurdên li Swêd dijî heye. Îro roj, roja em dengê xwe bi hev ra bilind bikin û bi hev ra li dijî vê êrîşa Tirkiyê derkevin.

Federasyona Komelên Kurdistanê li Swêd

11-02-85

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE