03 juli 2024

Merîh Demîral got ew yekî ji Gurên Boz e !

Lîstikvanê tirk Merîh Demîral do bi şev piştî gola avêt ji Awisturyayê da îşareta MHP-faşîstên tirk kir, nîşan da ew yekî faşîst e, hevalê Gurên Boz e. 
Gurên Boz irqçî, faşîstên êrîşkar in, bêtir neyarên kurdan e.

Kurdekî bi navê Adnan Arslan di malpera xwe ya Facebookê da gotiye, ”Ev hereketa Merîh Demîral navê Taximê Tirk ê Millî xera kir.”

Yanî ji ber ku Merîh Demîral bi wê îşareta faşîstan xwe îfşa kiriye Adnan Arslan xemgîn bûye, fena ku bibêje xwezî te xwe eşkere nekira.

Birayê ezîz, bi îfşa Merîh Demîral dibê kêfa te bihata, te gotiba baş e mêrik xwe îfşa kir.

Ez fikrên lîstikvanên tirk gişan yek bi yek nizanim, lê ez texmîn dikim herî kêm ji sedî 99´ê wan wek Merîh Demîral in.

Baş bû mêrik faşîstiya xwe eşkere kir, bira dinya bibîne, nas bike.

Piştî maçê rojnamevanan di heqê wê îşareta wî da ji Merîh Demîal hin pirs kirine , wî jî ev bersîva jêr daye:

"Min dît li arenayê xelk eynî îşaretî dike. Ez çawa îzah bikim… Em gişk tirk in. Bi tirkbûna xwe ez pir serbilind im. Maneya wê îşareta min ev bû. Ev pir normal e. Hêvî dikim ku ez gelek carên din jî derfetê bibînim eynî îşaretê bikim.

Ew nasnameya tirk diyar dike. Min dît kesên li turîbûnan da eynî tiştî dikin, min jî eynî tişt kir. Ez pir kêfxweş im min ew yek kir
."

Ji van gotinên wî jî diyar dibe mêrik faşîstekî temam e, tiştê kiriye bi zanetî kiriye.
Kesên wê îşareta Gurên Boz dikin bêtir neyarên kurdan e, li gorî tirkên din bêtir har, irqçî, faşîstên êrîşkar in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE