02 juli 2024

Serpêhatiya min û berber û pismamê Pilingê li Hewselê

Berî ez herim Kurdistanê porê min pir dirêj bûbû, diket nav çavê min.

Xanimê got em rêwî ne, here ser berber, porê xwe hinekî kin bike.
Min got ezê li Diyarbekrê herim ser berberekî taybet. Dûra jî sebeb jê ra got.

Em çûn welêt. Çend roj derbas bûn, li Amedê ez û xanim çûbûn piyeseke kurdên Kurdistana Rojhilat. Berî piyes dest pê bike, li terasa salonê min bi çend xortan ra sohbet dikir.

Min ji Înan Eroglu ra got, porê min pir dirêj bûye, li Stockholmê min kurr nekir, çimkî ez dixwazim li vir herim ser berberê Lokman Ayabe, pismamê ”Pilingê Hewselê”.

Mesele ji min pirsî.
Min got, ez çîrokê bibêjim. Min kitêba Lokman Ayabe ”Pilingekî li Hewselê” xwend. Pilingekî li Hewselê navê çîrokeka di kitêbê da ye.
Lokman navê wê çîrokê li kitêbê kiriye.

Di wê çîrokê da Lokman rojekê berî here daweta hevalekî xwe, dixwaze here ser berberekî, porê xwe kurr bike.

Lê roja tahtîlê ye, berberê wî girtiye. Li berberxaneyeke vekirî digere. Rastî berberxaneyeke bi navê ”Berberxaneya Derbeder”  tê, navê berberxaneyaê bala wî dikşîne, dikeve hundur.

Bala xwe didê her derê berberxanê bi poster û afîşên Ferdî Tayfûr xemilandiye û ji teybê jî dengê Ferdî Tayfûr bilind dibe.

Kêfa wî ji muzîka Ferdî Tayfûr û ji dekora berberxaneyê ra nayê, lê ji ber ku berberê wî girtî bû, ji mecbûrî rûdine.
Dema dor tê wî, bi berber ra hêdî, hêdî dikeve sohbetê. Ji berber ra dibêje:
-Hewqas sitranbêjên kurd hene, çima tu li wan guhdarî nakî? Ev eşqa Ferdî Tayfûr ji kut tê, ma ne şerm e kurdek dikana xwe bi posterên sitranbêjekî erebeska tirkî bixemilîne?

Berber dimizice, bi nermikî dibêje:
-Keko berî her tiştî ez ne kurd im. Û ya din jî ji xortaniya xwe da ye min dil daye muzîka wî, ez ji muzîka wî hez dikim. Û ji ber wê jî di nava dost û hevalan da navê min ”Derbeder Ezîz” e. Heta tu nebêjî ”Derbeder Ezîz” kes min nas nake.

Bersîva berber kêfa Lokan tîne, lê gotina ”ez ne kurd im” wî matmayî dihêle, di heqê wî da wî dixe hin şik û gumanan. Çimkî camêr kurmanciyeke pir xweş dipeyive. Ne mimkûn e meriv bibêje ne kurd e.

Berî ku Lokman jê bipirse, bibêje çawa ew ne kurd e?, berber, Ezîzê Derbeder dibêje:

-Ez ji Kahbeyê me, pêşiyên min 70-80 sal berê ji Bûlgarîstanê hatine van deran. Lema ez ne kurd im.

Sohbeta herduyan bêtir samîmî û germ dibe, Ezîzî Derbeder agahiyeke nuh dide, dibêje:

-Ez pismamê Abdulcebar Karaaslan im. Bi navê xwe yê kod Cebar bû, lê di nava xelkê da wek ”Pilingê Hewselê” tê nasîn.
Min ji Înan ra got, li Stockholmê ez neçûm ser berber, ji bo ku li vir herim ser wî berberê pismamê ”Pilingê Hewselê”.

Kêfa gişan ji çîroka porê min û berber ra hat, keniyan.

Min got, numra telefona Lokman Ayabe li ba min tune ye, heger li ba te hebe, xêra xwe telefonî wî bike, bira sibe min bibe ser wî berberî.
Înan bi kêf telefonî Lokman Ayabe kir, got apê Zinar dixwaze bi te ra bipeyive.

Min ji Lokman ra bi kinî qala çîroka xwe û berberê pismamê ”Pilingê Hewselê” kir, min got ez dixwazim wî berberî nas bikim, dibê tu sibe min bibî ser wî berberî. 

Ez ji Stockholmê bi vî porê dirêj hatime vir, ji bo ku herim ser wî berberê te, wî berberî nas bikim.

Lokman keniya, got:

-Wele berberekî wer tune ye, ew berberekî xeyalî ye, min ew çêkiriye. Lê soz, ezê te bibim ser berberê xwe yê rastîn.

Moralê min xera bû, min dixwest ew berber hebûya û porê min kurr bikira, çimkî ez ji Stockholmê bi wê xeyalê hatibûm Amedê.

Lokman çend caran xwest min bibe ser berberê xwe, lê li hev nahat. Heger em biçûyana ser berberê wî, minê jê ra qala vê serpêhatiya xwe bikira.
Lê nebû qismet.

Li Wêranşarê ez rastî berberekî amedî hatim. Dema got ez amedî me ez matmayî mam.

Çi karê berberekî amedî li Wêranşarê hebû?
Çîroka nebû qismet ji berberê Lokman Ayabe ra qalê bikim, min ji wî ra got. Kêfa wî hat.

Xortekî pir baş bû. Wî du caran porê min kurr kir.
Di dema min da li Wêranşarê yek amedî jî tunebû, min hatina wî ya Wêranşarê meraq kir.

Got zêdeyî 20 salan e ew hatine Wêranşarê.

Belkî qala çîroka hatina malbta xwe jî kir, nuha nayê bîra min.
Min ji Lokman Ayabe û Înan Eroglu ra got, berberê min dixwest porê min kurr bike wa ye rast derneket, bû qehremanê çîrokekê. 

Lê soz, ez vegerim ezê vê serpêhatiya xwe ya berber binivîsînim. Bi vê nivîsê ez wê soza xwe tînim cî.

Ezîzê Derbeder, berberê pismamê ”Pilingê li Hewselê” ne rast bû, lê çîrokek pir xweş e, min pir jê hez kir. 

Pir baş bûye Lokman Ayabe ev çîroka xweş li edebîyata kurmancî zêde kiriye. 

”Pilingê li Hewselê” çîrokên xweş in, bixwînin hûnê jê hez bikin.

NOT:

Pilingê li Hewselê, çîrok. Di sala 2021´ê da ji alî weşanxaneya Avesta hatiye çapkirin, 94 rûpel e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE