02 juli 2024

Tirkiye ket feqa xwe

Li Sûriyê, li Efrînê serîhildana ereban li hemberî Tirkiyê surprîzeke kes ne li hêvîyê bû. 

Ez bawer dikim Erdogan û birêvebirên Tirkiyê jî li hemberî vê serîhildana ereban şeqizîn.

Tirkiyê ji bo leşkerên xwe hêz şand wan herêman. Gelo nuha ewê çi bibe?
Gelo Tirkiyê şerê çeteyên xwe bike?
Erebên serî hildan, ala tirk şewitandin gelo ewê teslîm bibin ya jî ewê şer berfirehtir bibe?

Ya jî herdu serî ewê meselê mezin nekin, li hev bikin.
Rojên pêş ewê bersîvan van pirsan bide.

Tirkiyê ji bo ku şerê kurdan bike Frankensteinek çêkir, lê ew cinawir, ew nuha li hemberî xwediyê xwe radibe.

Ez texmîn nakim ji nuha û pê da fena ku tiştek nebûbe her tişt dîsa were qeysa berê.

Erdogan gotina ”deqqa dûqqa” pir bi kar tîne. Şikir ”deqqa dûqqa” va ye çê bû. Yanî yê xerabiyê bi xelkê bike ew xerabî rojekê ewê li wî vegere, were serê wî.

Piştî bûyera Qeyseriyê û serîhildanên li hemberî Tirkiyê têkiliya çeteyan û Tirkiyê ewê wek berê xweş nebe. Belkî jî şer gurr bibe. 

Tirkiye bêyî çeteyan nikane li wir bimîne, çimkî sebebê hebûna Tirkiyê li Sûriyê û li Kurdistanê xwedêgiravî piştgirî ye. Yanî Tirkiye motajî hebûna çeteyên ereb e.

XXX

Artêşek ji çete û qatilan çêkiririn û berra pîsîra kurdan dan. Lê aynê kurdan ji wan ra nema, ew çete û qatil nuha li hemberî wan serî hildane.

Aynê mezlûman ji zaliman ra namîne. Aynê kurdan ji Seddam û Şah ra nema, belkî aqûbeta wan bibe ya wî jî.

Surprîzên dinyayê pir in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE