01 juli 2024

Tirs însên fêrî şelafiyê dike

Li welatên azadî lê tunebe, tirs lê hakim be ne ûjdan, zîrektiya şelafiyê bi pêş dikve.

Tirs însên bêşexsîyet dike, fêrî şelafiyê dike.

Lema li Tirkiyê, li welatên rojhilat şelaf pir in. Bi hezaran şelaf dîktatoran bi asîmanan dixînnin.

XXX

Bi roj havîn û germê, bi şev jî maçên Şampîyoniya Ewrûpayê berhemdariya min kêm kirine, nahêlin ez bixwînim û binivîsînim.
Bi roj destê min ji rûniştina li heweşê, bi şev jî ji temaşekirina futbolê nabe. Lema piçekî tembeliyê dikim.

XXX

Heger tu ji şaşiyê ra li çepikan dixînî fikrê te tune ye.

Heger tu xwar û rast ji hev nagerînî aqilê te tune ye.

Heger tu derewê diparêzî exlaqê te tune ye, tu bêexlaq î.

Kesê problem xuliqandiye sebebê hebûna problemê ye, bi wî problem çareser nabe, dibê ew ji ortê ra

 XXX

Ez him matmayî mam, him jî bûm heyrana keşf û îcadên xelkê.

Zekî Ozmen bi Hişê Çêkirî Claude xanimê ra, bi robotekê ra hevpeyvîneke muhteşem kiriye. Bixwînin, bibînin bê xelkê çi îcadên aqilê meriv nagire kirine. Em hîn li ser derewên ereban yên 1400 sal berê ketine gewriya hev.
Hevpeyvîn di malpera Diyarnameyê da ye.

XXX

Li Qeyseriyê bûyer mezin dibe, gelek mal û dikanan dişewitînin. Kurmê şîrî heta pîrî. Tim wiha kirine.

Erdogan 22 sal e li ser hukim e, Tirkiyê îdare dike. Yê hetanî nuha ew li ser hukim hîşt milet e.

”Miletê siyasetmedarên rişwetxwar, duzenbaz, dizan hilbijêre ne qurban e, şirîkê sûc e.”

George Orwell

2024-06-30

Slaven Bîlîcê xirwat li ser Tirkiyê û tirkan teşhîseke pir xweş kiriye, gotiye:

”Li Tirkiyê problema esasî ev e: Yên zana selahîyeta wan tune, yên xwedî selahîyet jî nezan in.”

Nezan, cahil civatê jî wek xwe dikin. Tirkiye, Îran wek mîza devê bi paş da diherin.

 XXX

Tu tiştekî din bi qasî dîn û fahm(mentiq)ne li dijî hev in.

Voltaîre

XXX

Li hemberî Slowenîyayê biserketina Portekîzê ji bo xatirê Ronaldo kêfa min anî.
Yê Portekîz xelas kir qeleban Rîcardo ye.Gelo berê jî di maçeke wiha da tu qelebanî 3 penaltî xelas kiriye?
Lê min ji xanimê ra got,ya sisiya jî ewê xelas bike.

Top carnan adil e,carnan jî ne adil e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE