30 juni 2024

Di civînan da bi telefonên xwe nelîzin !

Di konferanê da nivîskar li ser kitêba xwe dipeyive, qala kitêba xwe, romana xwe dike, bersîva pirsan dide.
Ji beşdaran gelek kes ji dêlî lê guhdarî bikin, çavên wan di telefonên wan da ne, bi telefonên xwe mijûl in.

Di medyaya sosyal da bi dîtina dîmenên wiha ez pir aciz dibim.

Pir şerm e, bênezaketî û bêhurmetî ye. Di civînekê da ji dêlî kesê, kesa dipeyive, meriv bi telefona xwe nalîze. Ev yek cahilî û bêkulturiya meriv nîşan dide.

Lê ev hereketa we tê maneya hûn ji kesê dipeyivin ra dibêjin tu ne hêjayî em li te guhdarî bikin.

Heger hûnê lê guhdarî nekin neçin civînê. Piştî meriv çû civînekê, konferansekê dibê meriv li nivîskar guhdarî bike, ne ku di nav milet da bi telefona xwe biläze.

xxx

Xwediyê Botan Timesê gotiye,”ne milyoner, ne jî partî û rêxistin li pişta me ne, me tu heyî, bibe aboneyê/a me.”

Guh bidin van gotinên xwediyê Botan Timesê. Bibin aboneyê wê ya jî li gorî îmkana xwe alîkariyê pê ra bikin. Dibê ev dezgeha hêja bijî, xurttir bibe.

xxx

-Edalet tunebe dewlet bêyî çeteyekî mezin ne tiştîkî din e.

Keşe, teolog û fîlozofê bi nav û deng Aurelius Augustinius 1600 sal berê halê Tirkiyê baş texmîn kiriye. Camêr Tirkiye xweş tarîf kiriye.

xxx

-Ji ber normaldîtina her tiştî em hêdî hêdî her tiştî qebûl dikin. Ji ber qebûlkirina her tiştî hêdî hêdî em her tiştî tesdîq dikin.

Aurelius Augustinus

-Însan bi sê beşan ji hev cihê dibin. Yên dibînin, yên dema tu nîşan didî dibînin, yên tu carî nabînin.

xxx

Li Tirkiyê, li bajarê Muglayê li dora 30 tirkî bi ço, bi sator û bi dabançê êrîşî çar karkirên kurd kirine, dest, nig û serê wan şikandine, ew kirine malê mirinê.

Ya me û tirkan êdî qediya ye, gerek em ji hev biqetin. Dibê em vê zulmê êdî qebûl nekin, ji bo azadî û serxwebûna xwe bixebitin.

Xebera êrîşê di Rûdawê da heye, bixwînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE