Îro me rojbûna(31 saliya) lawikê xwe yê biçûk Rojen pîroz kir. Ew, xanima xwe, neviyê me Olîver Aras û çend hevalên wî hatin.
Ji do da ye me haziriya xwe kiribû. Min ji wan ra izxareyek
pir xweş, kibabek wek loqim, meriv tiliyên xwe pê ra dixxwar çêkir; çend
zelete, sogilme, cacix jî da ber.
Dûra jî peqlawe, paste û qahwa kurdî.
Pesnê qahwa kurdî jî pir dan. Jixwe hetanî nuha kesî qusûr li qahwa min nedîtiye.
Lê wele ez pir westiya me, eyn ji hal da ketime.
Helbet xanim jî pir westiya ye. Ew hîn jî dixebite, kursiyan
top dike, fera folên qilêr bûne dişo, dixe makînê.
Nehîşt ez alîkariya wê bikim, got tu pir westiya ye, here
rûne.
Îro ji nişka ve, gava min hêzê ser xwe kir firk ket nigê min. Pir ajot, ez pir
êşiyam.
Lê şikir derbas bû. Lema xanimê qedrê min girt, nehîşt ez zêde
bixebitim.
Xoratn çend fotografên me girtin lê hîn neşandine, lema ez nivîsê bêyî foto
belav dikim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar