29 juni 2024

Hin xewn pir ecêb in

Baş e ku hin xewn ne rast in, xewn in. Lê xwezî hin xewn jî rast bûna, ne xewn bûna. Ez bêxew bûm. Li ser dîwanê ez di xew ra çûm, min xweneke pir xweş dît.

Ez li Kurdistanê, li cimateke pir xweş bûm. Piranî êzîdiyên me yên Wêranşarê bûn.
Rojek berê di malpera Nûpelê da min nivîsa Prof. Dr. Îlhan Kizilhan (Êzdî bi ku derê va diçin) xwendibû, belkî tesîra wê nivîsê bû min ew xewn dît.

Nivîskarek(ez bawer dikim Mihemd Uzun bû) bi bawilekê hat hundur, me xêrhatin da hev. Ji min ra got, tu li Kurdistanê baş gerîya, ma tu çû Silîva jî?

Min got na ez neçûm Silîva. Got xwezî tu biçûya wir jî, meriv çû Kurdistanê dibê here Silîva jî.
Mihemed Uzun çima ket xewna min ez nizanim. Di van nêzîkan d amin qala wî nekiriye. Xewn ecêb in welhasilî kelam.

Telefona min lêket, ez şiyar bûm…

XXX

-Perê hûr bêrîka meriv qul dike, însanê xerabe dilê meriv. Ji ber wê jî herduyan jî xerc bikin, bira here.

-Jiyan ne tiştê çûye paşda tîne, ne jî zemanê derbas bûye paşda vedigerîne.

Ya tiştê tu yê bijî tu yê di wextê da bijî, ya jî ji ber ku tu nejiyaye tu yê negirî.

Tolstoy

XXX

Hin însan hene ji zêr bi qîmettir in, hin însan jî hene ji dûpişkê talûketir in. Te hew dît wek dûpişkê bi te vedan. Heta bi meriv venedin meriv wan nas nake.

Lê dinya bê dûpişk jî nabe, dibê meriv wê jî qebûl bike. Feqet meriv kesên zêr û dûpişk ji hev bigerîne baş e.

XXX

Merivên biçûk, ne tu tişt, vala, gava dibin xwedîyê kursî û meqamên mezin pir talûke ne. Em kurd vê rastiyê bi çavên xwe dibînin. Kesên wiha kanin her xerabiyê bikin. Pir bêexlaq û bêûjdan in, dilê wan wek qutiya zibil e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE