28 juni 2024

Xwendina bloga min Hindik-Rindik zêde bûye

Pêr jimara serdana, tikandina bloga min Hindik-Rindik 1325 bû, do hetanî nuha 1615 bû. Îro hetanî nuha 317 ye.

Ev çend roj in xwendevanên min zêde bûne. Esbab-î mûcîbeya vê zêdebûnê çi ye ez nizanim.

Esas dema blogê derbas bûye, dem êdî ya podcastê ye. Nivîskar podcastan çêdikin, blog bûye tarîx, malê muzeyê, podcast di rewacê da ye.

Lê wek modeyên kevn, ez dev ji bloga xwe bernadim. Heta ez bikanibim ezê bidomînim. Axaftin zêde ji min nayê, nivîsandinê baş, xerab îdare dikim.

Bi baweriya min axaftin nikane ciyê nivîsînê bigire, tahm û lezeta nivîsînê, xwendinê nade.

Ez naxwazim podcastê reş bikim, gelek fêde û rehetiyên wê hene, lê bûye sebebê nivîsandin, xwendin kêm kiriye, kêm dike.

Destnivîs, nema, qelem ji zûdaye bûne tarîx. Li dikanan jî qelemên baş, yên bi murekeb êdî nayên firotin. Qenekê bira blog bimîne. 

Ez naxwazim bloga xwe jî têxim gorra wan. 17 sal e derdê min kişandiye, naxwazim kilîtê li deriyê wê xînim û jê ra bibêjim de bi xatirê te.

Hezkirina ji blogê li aliyekî, ya rast çêkirina podcatê ji min nayê, bi min wek karekî pir zor û zahmet xuya dike. Dibe ne were be, lê karê meriv nizane zor xuya dike.

Heyra di taliya umrê xwe da ez xwe tevî karê ez nizanim, ji heq dernayêm nakim, ezê bloga xwe dewam bikim, ne çû, ne hat, ne teq, ne req…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE