27 juni 2024

Dibê em jimara mekanên wek PÎNE pir bikin !


Li Amedê qahwa PÎNE roj bi roj meşûrtir dibe. Piştî girtina Remezan Şîmşek(xwediyê Pîneyê), qahwa Pîne deng da.

Çimkî serwîsa li wir bi kurdî ye. Lema mişteriyên Pîneyê zêde bûn, reqlama wê jî baş tê kirin.
Ez jî çend caran çûm wir.
Ev tiştekî baş e. Hêvî dikim ev yek tesîrê li qahwexane, aşxane û dikanên din jî bike.

Dibê meriv here mekanên serwîsa xwe bi kurdî dikin, dibê meriv alvêra xwe ji ser esnafên zimanê wan kurdî ye bike.

Dibê meriv neçe qahwexane, pastexane, aşxaneyên zimanê serwîsa wan bi tirkî ye.
Dibê meriv vê tevgerê li her bajarê Kurdistanê belav bike. Di medyaya sosyal da vê mijarê aktuel, zindî bihêle. 

XXX

Serokê Tirkiyê Erdogan di merasîma mezûnîyeta pûlisan da dîsa şîara xwe ya ”yekê” dubare kiriye, gotiye:

Tek milet, yek al, yek welat, yek dewlet.
Yanî em hebûna kurdan qebûl nakin, emê wan bikin tirk.
Ev şîar ne ya Erdogan tenê ye, belkî ya ji sedînodûnehê tirka ye jî
Kurd carnan vê şîara Erdogan ji bîr dikin, baş e mêrik tim tîne bîra me.
Kurdên hîn jî hevalên Erdogan in ew jî vê şîarê diparêzin. Heger neparastana nedibûn hevalê wî, rayên xwe nedidan wî.

XXX

-Kî şovalyetiya namûsê û exlaq dike bizanibin yê herî bênamûs û bêexlaq ew e.

Friedrich Nietzsche

Kesên wiha li Tirkiyê, di nav me da pir zêde bûne. Mêrikan bêyê xwe û taximê xwe, her kesê ne fikrê xwe , ne ji partiya xwe bênamûs û bêexlaq dibînin. Lema midaxeleyî jiyana xelkê dikin, bûne delalên exlaqfiroş.

XXX

Ji bo ku herin cinetê hin kesan bi xêr û xêratên xwe, bi zikir û îbadetên xwe li cinetê ciyê xwe saxlem dikirin.

Mele û îslamîstan tîcareta xwe hinekî din jî bi pêş xistine, êdî dua jî difroşin. Însan duayên wan dikirin.

Hinekan dua kirine kitêb, bi wiya pera qezenc dikin.

Nezanî malwêranî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE