27 juni 2024

Havîna Stockholmê îsal tam havîn e

Erê havîn xweş e, lê meriv hinekî tembel dike. Stockholm 28 derece germ e, ez û xanim li hewşê di binê terasê da rûniştine, ji hev ra qala bîranînên rêwîtiya xwe ya Kurdistanê dikin. 

Binê terasê sî ye, honik e. Carnan bayekî honik tê, meriv mest dike. Meriv naxwaze destê xwe bavêje karekî.

Li ber vî bayê honik xewa meriv tê. Tam wext e meriv here têkeve avê, lê di xwe ra nabînim. Xanim ji xwe ji tiştên wiha direve. Ez jî ne ajnêber im, tenê xwe di bin va dikim û dertêm.

Swêd zû bi zû hewqasî germ nabe. Germîyanê çend rojên din jî dom bike...

Ez zanim Kurdistan nuha germtir e, Amed, Riha, Mêrdîn û Wêranşar nuha ji germê dişewitin. Em zû filitîn.

XXX

Min dixwest îşev qala maça Tirkiyê û Çekiyenê û ya Portekîz û Gurcîstanê bikim. Lê netîceyên herdu maçan jî ne li gorî dilê min e, lema jî ez naxwazim qala yekê jî bikim.

Min li maça Tirkiyê û Çekiyenê temaşe nekir, lê Gurcîstanê serketin heq kir. Gurcîstan ji Portekîzê pir xurttir bû, lema qezenc kirin.

XXX

-Tu çi bikî jî tu yê poşman bimrî, belkî ji ber tiştên te kirine, belkî ji ber tiştê ne nekirine.

Dostoyewskî

-Însan çiqasî hindik bifikire, hewqasî zêde dipeyive. Îspata cahiliyê ya herî mezin ev e.

XXX

-Demokrasî karê perwerdeyê ye. Bi girseyên bêperwerde ra derbasbûna demokrasiyê dibe olîgarşî. Dewam bike demagog çêdibin. Ji demamogan jî dîktator dixuliqin.

Platon

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE