26 juni 2024

Çira virekan hetanî sibê vêketî namîne

Durûtiya Hudaparê ya baweriya bi demokrasiyê kin ajot, maske zû ket. Carek din diyar bû Hudapar Hizbulaha berê ye, berê çi bû îro jî ew e. Ji tevgereke kurdî, netewî bêtir wek hêzeke girêdayî Tirkiyê û artêşeke filistîniyan hereket dike. Ji bo kurd û Kurdistanê xîçekî jî navêjin ji dagerkerên Kurdistanê da.

Hesinê pîs ne dibe kêr, ne dibe das. Kurmê şîrî heta pîrî. Çira virekan hetanî sibê vêketî namîne.

Li dijî dagirkerên welatê xwe dengê xwe nakin, êrîşî aşxaneyan dikin, bi nanê feqîran dilîzin.

Diyarbekir tije leşker û pilisên dagirker in, hûn mêr in, adil û heqnas in wan dagirkeran protesto bikin. Rojekê li dijî Tirkiyê, li dijî zulma li miletê we dibe tiştekî bikin.

Rojekê jî li dijî zulme li miletê wan dibe ranabin, diherin êrîşî aşxaneyan dikin.
Hûn nikanin bi kerê êrîşî kurtên dikin. Wek serok û siyasetmedarên filistînî hûn jî gelê xwe biparêzin. Hûn jî dagirkerên welatê xwe protesto bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE