26 juni 2024

Çend gotinên meriv jê aqil digire

Esas nanê têra her kesî bikira . Qijik tahmijî erd(zevî), mişk tahmijî embarê, diz tahmijî firnê, rêbir(heramî) tahmijî welêt.

Wek hatibûn neçûn, hinekan kûçikên xwe, hinekan sipiyên xwe hîştin. Hinekan jî pîncên xwe hîştin.
Heger ne were bûya ne mimkûn bû hewqas bêşeref ji me bin.

///Neyzen Tevfîk

XXX

Li gund dîkek hebû, her sibe dikir qîreqîr. Rojekê deng jê hat birrîn. Min ji xwediyê wî pirsî:
-Çima dengê dîk nayê?
Got:
-Çimatê gazin kir, gotin me şiyar dike, nahêle em rakevin. Min jî serê wî jêkir.
Wê rojê min fêm kir serê kesên dixwazin xelkê şiyar bikin dibirrin.

///Mohammad-Hossein Shahriar 

XXX
Ezîz Nesîn miletê xwe baş nas dikir, gotiye:

-Em miletekî pir ecêb in, tu jê ra bibêjî pez dixeyide, tu bêbêjî beranê min kêfxweş dibe.

Tu dibêjî qey beran ne nêrê pez e, zanayekî ilimdar e.

XXX

Çerxa zaliman bi serên cahilên totikvala digere

///Vîctor Hugo

XXX

Li ba kesên bêkultur sohbetên nikanin îdrak bikin neke!
Kesê ajnê nizane ma kane di ava kûr da ajnê bike?

///Epîktetos

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE