Havîn hat, kar û barê hewşê dîsa ket hustuyê min. Ji vêsê da ye ji kar min pişta xwe rast nekiriye.
Darên dora hewşa me bejnekê dirêj bûbûn û bûbûn wek pêrê dînan, li hev gerîyabûn.
Manzareyeke pir ne xweş bû…
Hewşa me 203 mîtro çargoşe mezin e, herçar alî jî dar in, dibê meriv her sal
bibire, dûzaneka xweşik bida wan.
Êdî weka berê ne xort im, hinekî zor tê. Lê dîsa jî her sal wek darên parqekê
xweşik dikim.
Ez naxwazim lekeyek were ser navê kurdan, hinek bibêjin kurd tembel in, nikanin darên dora hewşa xwe bibirin.
Lema ez her sal çend caran gîha hewşê diçinim û darên dora hewşê jî xweşik dibirim.
Problem darên aliyekî hewşê pir bilind bûne, 50 dar in, birrîna wan pir zor e. Heta min qedand ez ji pî û bask da ketim. Min seet yanzada dest pê kir, di çaran da qedand.
Ez gelkî westiyam. Meqesa darbir pir giran e, bi kêmanî 6-7 kîlo ye.
Lê kar ker e, tu bajo ewê here, zû dereng biqede.
Min ajot, erê gelkî westiyam, lê qediya. Nuha hewşa me xweşik bûye.
Destén te sax be keké delal
SvaraRaderaSipas, mala te ava be.
Radera