25 juni 2024

Kûçikê pîs gur tîne pêz

Hin gotinên pêşiyan, hin teşbîhên, metaforên  xweş hene, her yek bergendî kitêbekê ye, ne hewce ye meriv zêde dirêj bike. Meriv yekê dibêje têrê dike.

Dibêjin ”heger kûçikê te dest pê kiriye bi te da diewte, bizanibe hinekên din wî xwedî dikin.
Yanî kûçikên me li ber deriyên dijmin belaş naewt in. Li wir hestîyên bi goşt dixun.
-Kûçik bi kurma namira. Meriv pîs li ber ketin û rabûna xwe nakeve, jê ra tim çardê nîsanê ye.

-Kûçik pê li dêla kûçik nake-

-Kûçik bi kûçik bixeniqîne.
-Kûçik ji kuloran nareve.
Kûçik ji qula hev bîn dikin, ji hukmê hev fêm dikin

-Kûçik çi bixwe wî dirî.
Kûçikê pîs gur tîne pêz

xxx

Kûçikên gund ne li hev bin, dijminên hev bin jî gava gur dibînin, dev ji dijminatiya hev berdidin, gişk bi hev ra êrîşî gur dikin.

Halê me kurdan ev e, tirkên dijminên hev jî bi hev ra êrîşî me dikin.

-Yên ji soza gê ya şîr bawer bikin, piştî demekê pê dihesin ew wek mangê tên dotin.

xxx

Heger tu dînê xwe ji rûvî fêr bibî, tu yê diziya mirîşkan wek sewabê qebûl bikî.

Gelek meleyên tirk û kurd ji rûvî jî xerabtir in, ji dêlî başiyê, rindiyê, xerabiyê, fêsadiyê fêr dikin, kîn û nefretê belav dikin. Însanan berra hev didin.

xxx

We got rûvî mumîn e, we ew kir nobedarê çewligê(çiftligê). Nuha hûn gazina dikin, dibêjin vî bêbavî mirîşkek nehîşt.

Sûcê we ye, meriv rûvî bike şivanê mirîşkan dawî ev e, ewê çêlikekê jî nehêle.

Ji bo çêbibe dibê baş xera bibe, hîn maye.

xxx

Nebêje marê bi min venede bira sedsalî bijî, mar e, rojekê kane bi te jî vede.

Hin kes li hemberî zulma li miletê wan dibe xwe kerr û lal û kor dikin.

Hûn şaş dikin, rojekê dorê were we jî. Li hemberî zaliman, zulmê xwe kerr û lal û kor nekin. Nebin hevalê dagirkeran.

xxx

Xirwatan do wer bawer dikirin sedîsed qezenc kirine. Lê texmîna wan şaş derket, di 30 saniyeyên dawî da golek xwarin û xeyalşikestî bûn. Di 30 saniya dawî da xwarina golekî bi rastî jî dramake mezin e. Lê futbol wiha ye, hetanî maç neqede dibê meriv nebêje min qezenc kiriye. Îspata vê tiştê îşev hat serê xirwatên feqîr e. Baş lîstin, baş xwe parastin, lê têrê nekir.

Ji dêlî ku Luka Modrîc û hevalên wî bi kêf û şahî ji sahê derkevin, bi girî û hustuxwarî xatir ji EMê xwestin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE