29 juli 2024

Erdogan gefa êrîşê li Îsraîl xwariye

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pir eşkere gefa êrîşê û herbekê li Îsraîl xwariye, gotiye:
”Em çawa ketin Qerebaxê, çawa ketin Lîbyayê emê eynî tiştî bînin serê wan(Îsraîl)jî. Ji bo ku em viya nekin tu sebeb tune ye. Tenê dibê em xurt bin ji bo ku kanibin van gavan bavêjin.”

 Erdogan li vir, him Îsraîl bi dagirkirinê tehdît kiriye, him jî îtîraf kiriye şerê li Qerebaxê û Lîbyayê Tirkiyê derxistiye, Tirkiyê Qerebax dagir kiriye, Tirkiyê herba Lîbyayê derxistiye, ew felaket aniye serê gelê Lîbyayê.

Heger tirk xurt bibin ewê êrîşî Îsraîl tenê bikin, ewê bixwazin Sûriyê, Îraqê tevî Kurdistanê, Lubnanê, nîvê Yûnanîstanê û Bûlgarîstanê jî dagir bikin. 

Ewê bixwazin Dewleta Osmanî ji nuh va ava bikin. Erdogan bi van gotinên xwe ev nêta eşkere kiriye. 

Tirk bi rastî jî wek gurên hat in, heger bikanibin ewê bixwazin dinyayê zefd bikin.
Tiştê Erdogan gotiye pir cidî ye, gerek bêbersîv nemîne, Îsraîl, Amerîka gerek bersîva wî bidin.
Ev dewleta har endamê NATO´yê ye, mitefikê Amerîkayê ye. 

Bergî li serokê Tirkiyê Erdogan fire bûye, mêrik vê carê gefa êrîşê û dagirkirinê li Îsraîl xwariye, gotiye:
"Em çawa ketin Qerebaxê, çawa ketin Lîbyayê, emê eynî tiştî bînin serê Îsraîl jî. Ji bo ku em viya nekin tu sebeb tune ye. Dibê em xurt bin ji bo ku kanibin viya bikin.”
Îsraîl ne Sûrîye, Îraq, Qerebax û Lîbya ye, wek kurdan ne bêkes e. Îsrtaîl loqekekî pir mezin e, ewê devê wî biçirîne.
Seddam jî wek wî agir kiribû dawa xwe, bi ezmanan ra şer dikir, dûra rojekê rastî yekî gunreş hat, bela xwe dît. Surprîzên dinyayê pir in, dibê meriv tu carî nebêje nabe.

XXX

Di nav her miletî û civatê da kêmaqil hene. Kêmaqil ji baqilan zêdetir in. Ev jî dibe sebebê gelaşên biçûk û mezin. Li ser aqil çend gotinên baqilan, xweş.

-Yê çûkê bilind dike bask e, yê însên bilind û nizm dike aqil e.

Barê giran aqilê sivik.

-Merivê baqil tu carî mecbûrî lêborînxwestinê namîne.

///Emerson

Aqil sermîyan e li ba her kesî tune, taca zêrîn e, li serê her kesî nîne.

Merivê dîn jî hetanî nepeyive meriv nizane kêmaqil e. Lê dîn jî nizane dîn e. her kes ji aqilê xwe razî ye.

-Hewcedariya aqil jî wek erdekî(zeviyekî)bi çandiniyê û lênêrînê heye.

-Kesên kêmaqil ji kesî tiştekî fêr nabin, lê kesên baqil ji kêmaqilan gelek tiştan fêr dibin.

///Konfuçyus

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE