30 april 2021

Dewlet bi xwe bûye çete

Serê sala ye Tirkiye bi belge û pasaportên gewr û nizanim kîjan rengî, yanî pasaportên xwediyên wan bê wîze kanin herin Ewrûpayê, qaçaxçîtiya însanan dike; heta nuha bi hezaran kes bi van pasaportan şandine Ewrûpayê.

Kesên bi vê riya rehet dişînin miheqeq merivên wan ên saxlem in, kadir û serokên îslamî û Daîşê ne, wan bi vê riya saxlem li dinyayê belav dikin.

29 april 2021

Li hemberî bêbextiyê dibê em bêdeng nemînin

 Prof. Dr. Taner Akçamê tirk, di hevpeyvînek xwe da got,

“Di sedsala19a da li heremên kurdan şeva gerdegê ya Ermenan mafê axayên kurdan bû.’’

Yanî li Kurdistanê axayên kurd berî zavayên êrmenî bi bûkên êrmenî ra diketin gerdegê.

132 nivîskar, lêkolîner û siyasetmedaran bi daxuyaniyekê Prof. Taner Akçam şermezar kirin û jê xwestin ew lêborînê ji kurd û êrmenîyan bixwaze.

Meriv nikane bi xelkê, lê kane bi xwe.

Gava meriv nikanibe xelkê îqna bike, ji ser riya şaş vegerîne, bîne ser fikrê xwe, dibê meriv jê dûr keve.

Efendim Mustafa Karasû çi gotiye, Cemîl Bayik çi gotiye, nizanim kîjan serokê HDPê çi gotiye.

28 april 2021

Min dest bi redaktekirina antolojiyê kir

 


Min bi weşanxaneyekê ra li hev kir, ewê kitêba min ”Antolojîya Çîrokên Zarokan” çapa sisiya çap bike.

Ji do êvarî da ye min dest bi redaktekirinê kiriye. Gava ez dest bi karekî dikim nikanim sist bigrim, heta neqedînim jê naqetim, wer pê ra dijîm. Dinya min dibe ew kar.

Lema jî heta ez rastkirinê diqedînim ezê wexta xwe zêde nedim medyaya sosyal, ezê kêm binivîsim.

27 april 2021

Ev hustûrî ewê ji tirkan ra nemîne

Tirk li ser me, li ser êrmenîyan ji erd heta ezmên neheq in. Ji bo ku neheqiya xwe qebûl nekin zalimiyê û zulmê dikin. bênabên me terirîze dikin. Welatê me li me kirine dojeha ruyê erdê.

Ji bo ku welatên dagir kirine ji dest xwe nedin, welatên nuh dagir dikin, xelkê dikujin, mal û milkên xelkê talan dikin, xelkê bi çolan dixin. 

Du riket nimêj

Pezê Misto çor ketibûyê, yek li pê yekê dimir. Ji bêçaretiyê diçe ba melê gund, jê ra dibêje melle, hal mesele ev e, ji min ra niviştekê çêke, bira pezê min nemre. Mele jê ra dibêje:

-Tu merivekî bênemaz î, ku tu dest bi nimêjî bikî pezê te ewê giş xelas bibin.

Misto tavilê dest bi nimêjê xwe dike. Lê mirina pez nasekine, pezê wî yek li yekê dimre. Dîsa diçe ma melê, meselê jê ra dibêje. Mele dibêje:

26 april 2021

Mirin dora êş e

 

Serokê TSÎP (Partiya Sosyalît a Karkiran a Tirkiyê) Ahmet Kaçmaz jî vêsê di 83 salîya xwe da wefat kir, xatir ji dinyê, ji nas û dostên xwe xwest û çû.
Gorra wî bihuşt be, serê malbat, nas, dost û hezkiriyên wî sax be.
Ahmet Kaçmaz merivekî baş bû, xêrxwazekî miletê kurd bû, dostekî min ê hêja bû, di salên 1980-1983a dema li Swêd bû hin bîranînên me bi hev ra çê bûn. Xwezî berî mirinê min bîdîta, lê nebû, mirinê ew jî ji nava me bir.

Min darikê xwe yê meşê nuh kir !

 



Do min darikê xwe yê meşê nuh kir, min yê kevn da alîkî û ji xwe ra yekî nuh, yekî bi pomp kirî.

Ferqa nabêna darikê min ê kevn û evê nuh, wek ferqa nabêna texsîya Muratê û Mercedesê ye.

Heta çendakî berê ez bê darik dimeşiyam. Lê ev demeke ez û xanim êdî bi darikê meşê dimeşin. Çend sal bûn darikên me li qunikekî bûn, me bi kar nedianî. Lê ev çend hefte ne em didin destê xwe û pê dimeşin.

25 april 2021

Li ser peyvên QIRŞÎ û AVÎ

 


Li Wêranşarê em peyva ”avî” û ”qirşî” wek nav, navdêr bi kar tînin. Em ji jinên ji kanî û bîrê bi satilan avê dikşînin û qirşa bi pişta xwe dibin mal ra, dibêjin avî û qirşî.
Ev her du pey di kitêba ”Folklora Qrejdaxê” da jî hene. Min jî berê qala van peyvan kiribû.
Kitêba Foloklora Qrejdaxê di warê biwêj(deyîm)pirsên pêşiyan, qirwelkan û peyvan da xezîneyeke bêhempa ye, meriv çiqasî pesnê wê bide jî hindik e.

Tiştê anîn serê êrmenîyan anîne serê me kurdan jî


Beyana serokê Amerîkayê Joe Bîden a li ser naskirina Jenosîda Êrmenîyan pir muhîm e.
Joe Bîden di beyana xwe da tiştên pir muhîm gotine. Ev qebûlkirina Joe Bîden tarîxî ye, hêjayî teqdîrê ye.

Osmnîyan êrmenî bi derbekê da ji ortê rakirin, tirk me kurdan ji 1923a û vir da ye hêdî hêdî ji ortê radikin. 

Yanî tiştê osmanîyan anîn serê êrmenîyan, tirkan jî anîne serê me.

24 april 2021

Îro min û xanimê hukmekî mezin kir

Îro roja paqijiya taxa me bû. Me cîranan gişa bi hev ra paqijiya hawirdora xwe kir. Me der û dora xwe ji qirş-qal, çiqil û hejikên daran, ji kaxet û gemarê baqij kir.

Dinya sar bû, lê Xwedê kir baran nebarî. Xortê me yê biçûk îro ne li mal bû, yê din jî xwe qet ndade ber karê wiha, camêr serê xwe jî ji oda xwe dernexist û nehat gazîya me.

Dewla Erdogan bi avê neket !

Ji bo ku serokê Tikriyê Erdogan bi Joe Bîden ra di telefonê da bipeyive ev sê meh in tirkan xwe çirandin, bi payinê kevzikî bûn. Lê Bîden telefon nekir.
Piştî xebata sê mehan, bi milyonan dolar dan şîrketên lobîyan, kes nema nexistin nabênê, dawiya dawî Erdogan do gihîşt miradê xwe, gihîşt wê bextewarîya bi serokê Amerîkayê Joe Bîden ra di telefonê da çend deqîqeyan bipeyive.

23 april 2021

Hin kes bexît in

Min ji xanima xwe ra got, xanim, bi Xwedê tu yeka bexît e yanî tu yeka bi şans û siûd e, tu rastî min hatî, te ji xwe ra rehet kiriye. Pîrika te, dîya te di ezêb da bûn, ji kar û bar pişta xwe rast nedikirin. Kar ne bes bû, zulma mêrên wan jî ji ser wan kêm nedibû.

Lê te kêf kiriye, tu li telewîzyona xwe temaşe dikî, nanê te lê dikve, pasta ji te ra çê dibe, ew û qahwe tên ber te. Ji viya çêtir çi heye? Lê dîsa jî şêkir tuneye…

Ez hiş nakim !

Kurdekî baş bi kurdî nizanîbû ji partiyeke kurd bûbû namzedê parlamentoya Tirkiyê. Li qezayeke bajarê xwe di civînekê da derketibû ser kursiyê û dipeyivî:

22 april 2021

Zivistan bela xwe ji me venake

Min ji berfa me ya îro tiştek fêm nekir. Ji vêsê da ye xwedêgiravî dibare, lê ne erd girt û ne jî vekir; şilope ye, ne baran e, ne jî rindikî berf e.

Lê berf xizna erdê ye, zirara wê tuneye, tim li fêde me ye.

XXX

Dinya seroqûnî bûye, li Stockholmê berfê dest pê kiriye, 2 derece sar a.

Zivistana me poşman bû, bi paş da hat.

Bela sebeb negotine emrê biharê kin e, meriv hew dibîne tew qediya jî.

Zivistan zalim e, zû bi zû dev ji meriv naqere. Di 22ê nîsanê da bi berfê paş da hat. Tobe, tobe...

 XXX

Şerê li Qamîşloyê berdewam e. Hin çeteyên ereb ev çend roj in li Qamîşloyê êrîşî hêzên ewlekariyê dikin. Xwedêgiravî ew çekdarên hin eşîrên ereb in û girêdayî artêşa Sûriyê ne.
Bi bawriya min Tirkiye li pişt wan e, li ser daxwaza Tirkiyê êrîşî kurdan dikin û dixwazin li Qamîşloyê bêîstîqrariyê çêkin.
Dema Tirkiye bi xwe nikanibe midaxele bike, bi çeteyên girêdayî xwe tevliheviyê derdixe.
Hêvî dikim Amerîka û hêzên hevpeyman alîkariyê bidin kurdan. Kurd bi tenê bin şer nasekine, Qamîşlo ewê têkeve talûkê.

Nivîsa min a li ser tirkbûna me olaneke baş da

Nivîsa min a do, a li ser xortê min jê ra got bi tirkî nenivîsîne, bi kurdî binivîsîne, ji min ra got ”faşîst kurt” yanî ”kurdê faşîst”, di medyaya sosyal da olaneke baş da, gelek kesan nivîs şirove kirin û li ser asîmîlasyonê û rewşa kurdan fikrên xwe gotin.

Ez wan şiroveyan û bersîvên xwe li jêr bi hev ra belav dikim. Bi vî hawî hûn kanin bibînin kê çi gotiye û neviyên egîdên Serîhildana Şêx Seîd çawa bûne faşîst...

21 april 2021

Ji bo ku min jê ra got bi kurdî binivîse, ez bûm "faşîstkurd" !

Îro di twîtterê da min ji yekî ra got xorto, bi tirkî nenivîse, bi kurdî binivîse, komentara xwe ya bi tirkî rake, mêrik pirs bû, ji min ra got, ”faşîstkurt”! Yanî "kurdê faşîst" !

Heger ne ez şaş bim navê wî Mehemt Ayçîn bû.

Hûn dibînin tirkan em xistine çi halî, ez ji xortekî kurd ra dibêjim bi tirkî nenivîse, bi kurdî binnivîse, ji min ra dibêje tu ”faşîst î”.

20 april 2021

Êdî kes guh nadê Tirkiye çi dibêje

 


Mezlûm Ebdî do(19/4-21)bi Wezîrê Parastinê yê Swêd Peter Holtqvist ra civîneke vîdeokonferansê çêkir.

Tirkiyê wek her tim, dîsa xwe çirandiye, Swêd protesto kiriye û gotiye:

“Swêdê bi vê siyaseta xwe ya metirsîdar, ne tenê bûye piştgirê wan kesên ku yekparebûna axa Sûriyê û ewlehiya Tirkiyê kirine hedefa xwe, bi eşkereyî hiqûqa navnetewî jî binpê kiriye û zirareke cidî daye peywendiyên di navbera Tirkiyê û Swêdê.”
Protestoyên Tirkiyê li ba ewrûpiyan êdî bûne wek fissên tajiyan, normal tê dîtin.

Min peyva "haj"ê ji bîr kiribû

Omer Farûk Baran, di bloga xwe Perxudresê da gotiye, di ferhenga Musta Gazî da ew bi tesadufî li peyva ”hac”ê rast hatiye û bi vê yekê gelkî kêfxweş bûye. Çimkî li Sirûcê jî gotina, navdêra ”hac”ê tê bikaranîn…

Ferhenga Mustefa Gazî li ba min tuneye. Omer Farûk Baran gotiye:
”Peyva hac bi wateya hayê ne di ferhenga D. Îzolî de heye, ne di ya Celadet Alî Bedirxan de, ne jî di ya Kamêran Botî de.”

Sextekarî bêexlaqî ye

Malpera ”Rîsale Heber”, malpereke Nûrciya ye. Li ser navê Seîdê Kurdî nivîsek belav kiriye. Dibêje, Bedîuzeman gotiye: ”Em misilman in, dixapin, feqet naxapînin, ji bo jiyanekê em tenezulî derewa nakin.”

Seîdê Kurdî ev gotin bi vî şiklî negotiye, rastiya vê gotinê wiha ye:

”Em kurd in, dixapin, feqet naxapînin.”

19 april 2021

Tirkiyê bi pasaportên xwe qaçaxçîtiya însanan kiriye

 


Serê salan e Tirkiye qaçaxçîtiya însanan dike. Salê bi hezaran kesan di bin navên cihê, di bin navê tuxtoran, folklorê, xortan û gelek navên din da zilam û çeteyên xwe yên îslamî, faşîst bi pasaportên cuda, bi balafiran dişînin Ewrûpayê.

Xwedêgiravî di heqê 6 belediyên AKPê da lêpirsîna sextekariyê dane destpêkirin.

Lêpirsîn, mêpirsîn vir e. Serê şebekê, mezinê şebekê dewlet e, haja hukûmetê ji her tiştî heye, heger haja hukûmetê jê tunebe kes nikane sextekarîyeke wiha mezin bike.

Bilbilê xeşîm

Rojekê dilê Xoce Nesredîn bijya hejîran. Rabû çû daket bexçakî, hilkişya ser dareke hejîrê.
Xoce hîn têra dilê xwe hejîr nexwaribû, ji siûda wî ya xerab ra xwediyê bexçe tê ve derket. Mêrik bi Xoce da xeyidî, got:

-Ero tu kî yî, tu li ser darê çi dikî?

Xoce got:

18 april 2021

Xwezî Wêranşara min jî wiha bûya

Min nuha di Youtubê da li hevpeyvîna bi Lorîn S. Dogan xanimê sêr kir. Hevpeyvîneke xweş û samîmî ye. Min jê hez kir. Baş e ku Avestayê ev sohbet bi Lorîn S. Dogan xanimê ra kiriye. Çimkî zêde nayê naskirin.

Sê kitêbên wê derketine lê ez navê wê nuh dibihîzim. Belkî jî min bihîstibû lê ji bîr kiriye. Çimkî ez tiştan êdî ji bîr dikim.

Tiştê bala min dikşîne, di van 20, 30 salên dawî da ji Mêrdînê, bi taybetî jî ji Nisêbînê, Qoserê gelek edîb derketine.

Gazinek ji zimanê Rûdawê

Rûdaw di xeberên xwe da gotina ”ENCAM, encam da, encam dan” pir bi kar tîne.

Maneya ”encam”ê netîce, talî, dawî ye. Yanî netîceya, dawiya karekî, xebatekê ye. Encam kane baş be jî, kane xerab be jî. Yanî ne kar bi xwe ye, netîceya kar e.

Rûdaw vê navdêrê wek jokêr li her derê, di cî da, ne di cî da bi kar tîne. Mesele îro gotiye:

”HSDê li gundewarê Dêrezorê operasyonek encam da”
Sernivîsên wiha, cumleyên wiha pir bi kar tîne.

17 april 2021

Gerek îdeolojî nebe sebebê meriv ji merivê xerab hez bike

 

Prof. Dr. Mustafa Muslim

Gerek dîn, îdeolojî tu carî nebe sebebê meriv kesê pîs, xayin, kesê bûye hevalê dijmin, dostê dewleta dagirker biparêze, jê hez bike, pesnê wî bide.

Kurdê bûbe hevalê Tirkiyê, dost û dilxwazê Erdogan, dixwaze bira allame-î cîhan be, dixwaze bira hezar û yek kitêb nivîsîbin, dîsa jî meriv rahmê lê nake, di heqê wî da gotinên baş nabêje.

Tirkiye li Efrînê zeviyên kurdan bi darê zorê bi wan dide firotin


Tirkiyê Efrîn dagir kir. 300 hezar kurd ji Efrînê da mahcirkirin. Bi sedan kuştin, wenda kirin.
Bi sedhezaran ereb, tirk û uygur li Efrînê di mal û gundên kurdan da bi cî kirin.
Nufûsa kurdan li Efrînê daxistin ji sedî 20-30î. Mal û milkê kurdan talan kirin.
Ev giş ne bes e, nuha jî erdên kurdan, zeviyên kurdan bi darê zorê bi wan didinfirotin.

16 april 2021

Biçûk mezinan texlîd dikin

Biçûk li mezinan dinêrin, hal û hereketê mezinan çi be, çawa be, biçûk jî wî exlaqî digrin.

Heger mezin, rîsipî, zana û entellektuelên miletekî tirsonek bin, oportunîst bin, newêrbin li ser şaşiyên hev fikrên xwe bibêjin, newêriribin tiştên şaş dibînin rexne bikin, ev tirsonekî û oportunîstî sîrayetî xortan jî dike, dibe kulturek.

De tu mêr î nehêle !

Yekî torî kera wî li ber bû, diçû ser rezê xwe. Bi rê da du kes rastî wî hatin. Yên rêwî hîn neguhîştibûn ba yê torî, yekî ji hevalê xwe ra got:

-Evê ji hember da tê torî ye. Ez kanim kera wî pê bidim kuştin. Hevalê wî keniya, got:

-Na lo, ji bo çi ewê kera xwe bikuje ?

Hevalî wî got:

15 april 2021

Ez jî îro aşî bûm

 

Îro ez çûm min derziya vaksînê (biontech pfizer) li xwe xist, yanî ez aşiya xwe bûm û hatim malika xwe.

Ez û xanim bi hev ra çûbûn. Min ji bo xwe wext veqetandibû. Ji bo ku me ji bo xanimê jî wext veneqetandubû ew aşî nekirin, gotin  gerek hûn ji bo wê jî wextê veqetînin.

Lawikê me ewê ji wê ra jî wextê veqetîne, heta çend rojan ewê dora wê jî were.

Çima piraniya îslamîyên me hevalên dijmin in?

Hêzên îslamî îro li her dera dinyayê hêzên herî radîkal in, li dijî dagirkeriyê ne, li dijî midaxeleyên derve ne û dixwazin werin ser hukim, ji bo wê dixebitin.
Îslamiyên filistînî serxwebûnê dixwazin, şerê Îsraîl dikin.

Îro li dinyayê tenê îslamiyên kurd hevalên dijmin û dagirkerên welatê xwe ne, ew tenê azadî û serxwebûna welatê xwe naxwazin û ji bo wê naxbetin.
Bêyî îslamîyên kurd li tu dereke din hêzên îslamî ne hevalên diminên xwe ne.

14 april 2021

Di meha remezanê da kesên rocîyê digrin yên rocîyê nagrin terorîze dikin

 



Li Midyadê ji bo ku misilmanên bi rocî êrîşî kesên bêrocî nekin, xwediyê qahwê yê suryanî ji tirsa pêş qahwa xwe çadir kiriye.

Heger xuya bike însan li qahwa wî çayê û qahwê vedixun, misilman,kesên bi rocî ewê êrîşî wan bikin.
Ev kultureke pir prîmîtîv e.

Ji bo ku hinek bi rocî ne, ne rast e kesên nebirocî bi dizî bixun û vexun, xwe li paş berdan veşêrin.

Aletê sûc

Di dema Osmaniyan da li yekî muxbîrî kirin, gotin wele evê han her roj araqê vedixwe û tim î serxweş e. Çûn mêrik girtin, birin ba serokê Yenîçeriyan*. Serokê Yênîçeriyan got:

Hey Xwedê nenasê Xwedê nenas! Tu çima araqê vedixwî, ma tu nizanî ku yasax e?

Mêrik got:

13 april 2021

Merivê cahil him bêedeb e, him jî cesûr e

Roja îniya borî yekî bi navê ”Key Borgelo” di twîtterê da li ser pêkenîneke min hin tiştên tewşomewşo gotibûn, meriv pêkenînekê çawa dibêje mêrik şîret li min kiribû. Li gorî efendî dibê min bigota ”hebû tunebû” û dû ra pêkenîn binivîsanda.

Xwedêgiravî ez di bin tesîra tirkî da me û hin cumleyên min li gorî qalibên tirkî bûne.

12 april 2021

Min jî îro ji bo aşîbûnê wext veqetand

Heta nuha min biryara xwe nedabû ez aşî(vaksîn)bibim ya na; di vê meselê da dudil bûm.

Min tim roj bi rojan dida û qet bi dû nediketim. Digotin ewê nameyê bişînin. Lê heta nuha ji min ra tu name nehat.

Piştî min dît hevalên min Keya Îzol û Qutbedîn Aliş vaksîn(aşî) bûn, min û xanimê jî biryara xwe da em jî aşî bibin, herin derziyên xwe li xwe xin.

Qey şansê min xerab e !

 


Qey şansê min xerab e, heçuyê min qelişîye. Ez çaxa xwarineke xweş, şîranîyek lezîz çê dikim, xanima min ji dêlî kêfxweş bibe, diqehere, pozê xwe hil dike, hezar û yek qusûr maneyê li xwarina min, li şîraniya min dibîne.

Ya dibêje ya şor e, ya dibêje bêxwê ye. Ya min pir kelandiye, ya jî hinek pê ra maye.
Heger ew jî nebe, efendim min her der tê gerandiye, min mitbax qilêrî kiriye.

11 april 2021

Dibê meriv ji hevalê neyar ra serketinê nexwaze

Mêrik(Îlhamî Işik) çûye bûye endamê partiya GPê(Partiya Pêşerojê), bûye aqilmendê Ahmet Davutoglu; yanî bûye rêberê dijminê xwe, aqilmendê dagirkerê welatê xwe, berpirsiyarê kuştina bi hezaran keç û xortên kurd.

Bi sedan kurd, xwedêgiravî hin zana û ”ronakbîrên” kurd jî ev aqilmendê dijmin pîroz kirine, gotine ser xêrê be.

Her cara ku ez rezaletên wiha dibînim ez hinekî din jî bêhêvî dibim.

Parastina Kurdistana Federe wezîfeya her kurdî ye

Bêguman meriv kane gelek kêmasî û şaşiyên PDKê û YNKê kirine li dû hev rêz bike û rexene bike. Ez jî tim rexne dikim, fikrê xwe dibêjim.

Bi rastî jî berpirsiyarên van herdu partiyan gelek şaşî kirne, piştî hewqas sal dibê rewşa wan nuha baştir bûya, dibê ne di vî halî da bûna. Dibê meriv viya bibêje.

Lê kêmasiyên Kurdistana Federe çi be jî ew beşekî Kurdistanê yê rizgarkirî ye, sitareke kurda ye.

Mêranî

Yekî dîn ji tîmarxanê reviyabû, derketibû ser minarê. Bala xwe dayê mele azanê dixwîne. Çû bi gewriya mele girt, got:

-Hutil batil, emê bi hev ra xwe bavêjin jêr.

Mele çuqasî li ber geriya, recayên nemayî jê kir jî, pere nekir, yê dîn got na, emê bi hev ra xwe bavêjin !

Civata me hevaltiya bi dijmin ra normal dibîne

Di exlaq, terbîye û edeba zarokan da rola dê û bavan, malbatê pir muhîm e. Zarok li dê û bavên xwe dinêrin, ji wan gelek tiştan fêr dibin, di warê exlaq, şexsîyetê da gelek tiştan ji dê û bavên xwe, ji malbata xwe digrin.

Dê û bav kanin tiştên baş jî û tiştên xerab jî fêrî zarokên xwe bikin. Yanî terbîya malê muhîm e.

10 april 2021

Ji mezlûman bêtir êrîşkaran û zaliman rexne bikin !

 


Ersîn Korkut aktorekî (artîstekî)kurd e, ji Hekarîyê ye; bixaltiyê Yilmaz Erdoganê artîstê sînemayê ye.

Ji ber ku Ersîn Korkut gotiye ”Diyarbekir, Amed paytexta me ye”, tirk di medyaya sosyal da wek gurên har lê hatin hev û ew lînc kirin, gef lê xwarin, gotin gerek ew were girtin û cezakirin.

Piştî vê êrîşa mezin, Ersîn Korkut gotina xwe bi paş da girt, ji tirsa uzrê xwe xwest, got min ne di maneya siyasî da, min di maneya kulturî da got, ”paytexta me helbet Anqere ye.”

Vî neyarê xedar nas bikin !

Du sê roj berê min vîdeoyek dît. Xortekî kurd telefona xwe dide du keçikên tirk û dibêje rismekî min bigrin. Dû ra kaxeteke A4 ala kurdî li ser vedike û dixwaze keçik rismê wî bigrin.

Keçeik ala kurdî nas dikin û pir diqeherin, risim nagrin û bi lîwik ra dikevin minaqeşeyê.

09 april 2021

20 sal wek xewnekê derbas bû

 


Hey gidî dinyayê, 20 sal çi zû, wek xewnekê derbas bû. Hîn do bû, li Bagermossen ez dihatim ba te û me hetanî danê sibehan sohbet dikir û bi pirranî jî em diketin gewriya hev, me qirik li hev zuha dikir.
Lê îro 20 salîya wefata te ye, di ser wefata te ra tam 20 sal derbab bû û em li ser gorra te ne.
Di nav 20 salan da gorristan pir mezin bûye, cîranên te pir bûne.

08 april 2021

Sebra necêr

Ji xanima  mêrik ra lawikek bûbû. Wî û jinikê biryar dan ku dergûşeke xweşik ji gedê xwe ra bidin çêkirin.
Mêrik çû ser necar, piştî hinek birr û bazar, li ser buhayê wê li hev kirin. Mêrik derxist perê dergûşê jî pêşin da hostê û jê rica kir, ji bo ku hinekî zû biqedîne. Hoste hinekî bînfire bû, got:

Li Ewrûpayê welatê herî zêde girtî lê hene Tirkiye ye


Li Ewrûpayê welatê herî zêde girtî û girtîxane lê hene Tirkiye ye. Di xerabiyê da tirk tu carî pêşengiyê nadin kesî.

Tirkiye li Ewrûpayê dîsa bûye welatê yekê, lê ne di başiyê da, di xerabiyê da, di pirbûna hefsan û hefsîyan da welatê yekê ye.

Li gorî rapora Konseya Ewrûpayê welatê herî zêde girtî û girtîxane lê hene Tirkiyê ye. Ji xwe Tirkiye bûye zîndaneke mezin, yên li derve jî girtî ne.

07 april 2021

Tirk guh nadin rexne mexneyan

Amnesty Internationalê(Rêxistina Efûyê ya Navnetewî)di rapora xwe ya 2020a da Tirkiye pir rexne kiriye, edalet li Tirkiyê nemaye, zulmeke pir mezin li kurdan û mixalefetê heye.

Rexnekirin baş e, bira rexne bikin. Feqet rexne, gotin tesîrê li tirkan, li rejîma îslamî-faşîst nake, dibê zorê bibînin, dibê pozê wan were firikandin. Heta tirk zorê nebînin rexne-mexne tesîrê li wan nake.

06 april 2021

Hin kurd jî bi qasî dewletê kurdan asîmîle dikin

Ev rexneya min ne li kurdên bi kurdî nizanin, ya jî kurdîya wan zeîf e, ez wan didim aliyekî. Rexneya min li kurdên kurdîya wan baş e.

Em tim dewletê rexne dikin, qala asîmîlasyona dewletê dikin. Lê belê kêm caran asîmîlasyona kurd dikin rexne dikin.

Asîmîlasyona bi destê siyasetmedar, hunermend, ronakbîr û nivîsakrên kurd tê kirin ji ya dewletê ne kêmtir e, heta gelkî bi zirartir e.

Du berdekên Yekîtiya Ewrûpayê îro çûn ber nigê Erdogan

 


Îro du berdevkên Yekîtiya Ewrûpayê çûn ber nigê Recep Tayyip Erdogan û bi îhtîmaleke mezin dîsa ew bertîl kirin, soza çend mîlyar euro xûgiya din dan wî.

Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Michel û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula Von der Leyen îro li Anqerê bi Recep Tayyip Erdogan ra civiyan. Civînê li Koşka Serokkomariyê 2 saet û 45 deqîqeyan dom kiriye.

05 april 2021

Yê Mesûd Barzanî wek birayê xwe bibîne welatê wî dagir nake !



Yê Mesûd Barzanî wek "birayê" xwe bibîne welatê wî dagir nake !

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî gotiye:
“Peywendiya min bi bira û hevalê min serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêmê Kek Nêçîrvan Barzanî ra heye, ez kek Nêçîrvan Barzanî û biraziyê xwe Mesrûr Barzanî wek nêzîktirîn hevalên xwe dibînim.”

Em ketine rewşkeke pir xerab

Her mange tê dotin, her peyv nayê gotin. Li ser kurdan û zimanê tirkî min tiştek nivîsî. Dema min xwend, min nivîsa xwe belav nekir, rakir. Min bala xwe dayê ez tû kim jor simêl e, tû kim jêr rî ye. Tirkan em perîşan kirine, peyva herî rast jî tu nikanî bibêjî.

Gava tu fikrê xwe, ya dilê xwe bibêjî tu yê dilê gelek nas, dost û hevalan bihêlî.

Mêr mêran nas dike

 Di cimatê da yekî pesnê xwe dida, got:

-Wele tiştê ez zanim di sûka Sêrtê da sê mêr hene: Yek pismamê min î Misto ye, yek xalê min î Ehmo ye û yê sisiya jî ez navê wî nabêjim, hûn tê derxin. Cimatê çuqas israr kir jî navê yê sisiya negot, got hûn tê derxin.

04 april 2021

Li ser têkliya kurdên başûr û tirkan

Dema ez dibihîzim kurdên Kurdistana başûr wek turîst çûne Tirkiyê ya jî nexweşên xwe birine Anqerê û Stenbolê matmayî dimînim, ji hêrsa dixwazim porê xwe birûçikînim, kerasê xwe biçirînim.

Hebek xurûr, hestên netewî bi meriv ra hebe meriv wek turîst naçe li Tirkiyê nagere. Li Kurdistanê tuxtur tunebin, nexweşê meriv kal û pîr bi gîha û pincaran derman bikin jî meriv nexweşê xwe nabe Anqerê nexweşxaneyên tirkan.

Kurdên êsîr li dijî asîmîlasyona uyguran derketine

 



Li Çewlikê(Bîngolê) hin kurd hatine bav hev û li hemberî asîmîlasyonê derketine. Lê helbet ne ji bo xwe, ne li dijî asîmîlasyona xwe, li dijî asîmîlasyona uyguran derketine, xwestine Çîn zimanê uyguran serbet bike.

Ehmeqîyeke ji viya mezintir nabe. Kurdên kole û totikvala ne ji xwe ra, ji uyguran ra azadiyê dixwaze.
Nan û av û hewa Kurdistanê li însanên wiha heram e. Kêmaqiliyeke ji viya xerabtir tuneye. Haya wan ji koletiya wan tuneye.

Em kurd xurtên hev in

Gava kurdek gotineke tahl ji kurdekî ra dike, yê gotina tahl jê ra hatiye gotin di bin wê gotina wî da namîne, ji dixeyide, hew silavê didê, dibe neyarê wî.
Lê bi tirkan ra eynî neyartiyê nake, zulma tirkan piştguh dike, ji xwe ra nake kul û derd.

Tirkan welatê me ji me stendine, em kirine koleyên xwe, zulm û neheqiyên nemayî li me dikin, her roj welatê me, bajar û gundên me bombebaran dikin.

03 april 2021

Bi vê newêrekîyê ewrûpî nikanin pêsîra xwe ji dest tirkan xelas kin

 


Yûnanîstanê dîsa gazin ji Tirkiyê kiriye, gotiye Tirkiye botan tije koçber dike û dişîne ser me, bela xwe di me dide, dewrîyeyên me tacîz dikin.
Tirkiyê top avêtiye, rût bûye, gurrî bûye. Tirk di her warî da perîşan in, ji nêza dimrin. Bi kurtêlan ketine. Însan dema rût û birçî bibe dest bi berdûşiyê, rêbiriyê dike, koda xwe ya vala li koda tije dixe, bela xwe di kesên dewletî dide.

Sergey Lavrov dîsa neyartiya xwe ya bi kurdan ra nîşan da

 


Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gotiye Amerîka petrol û çandinîya Sûriyê pêşkêşî kurdan dike, ji bo ku kurd ji Sûriyê veqetin.
Ev ne cara pêşîye ev bêbav tiştên wiha dibêje, berê jî çend caran li dijî kurdan tiştên wiha got. Mêrik wek wezîrekî tirk li kurdan dinêre, retorîka wî ji ya Çavuşoglu ne cudatir e.

02 april 2021

Fala qereçiyê

Recep Tayyip Erdogan çû ba jinika qereçî ya falavêj, got ji min ra falekê veke, hela taliya min çi ye?

Jinikê tasa xwe tije av kir, çend xîç û morî avêt ji nav da û tas çelqand, dûr û dirê lê nêrî, dû ra got:

Wext ne bi paş da dihere, ne bi pêş da tê

Di jiyana însên da tiştê telefiya wê tuneye wext e, tu nikanî biguherînî. Wext ne bi pêş da dihere, ne jî bi paş da û ne jî disekine.
Tu nikanî jê ra bibêjî derbas mebe, raweste.

Tu nikanî herî wext û rojên bihurî.
Tu nikanî wexta buhurî, tiştê çûyî bi paş da bîne roja îro.
Tiştên di jiyana te da hatine serê te, tiştên tu jê poşmanî tu nikanî xera bikî, hin tiştên din têxî dewsê.
Lema jî pêşiyên me gotine, tiştê çû mekeve dû.

01 april 2021

Koronayê çêlik û neviya xwe bera bedena dinyayê daye

 


Me digot belkî havînê em ji koronaya malxerab xelas bibin, lê wer xuya dike ewê dirêj bajo, ewê zû bi zû dev ji dinyayê bernede.

Dinyayê hîn zora koronayê pêşî nebiriye, çêlik û neviya xwe bera bedena dinyayê da.

Dewlet û alimên dinyayê li korona ewilî(Kovîd-19) hatin hev, aşî dîtin, kêfa her kesî hat, gotin em xelas bûn.

Edaleta Xwedê

Xoce Nesredîn bala xwe dayê çend zarokên taxê  ketine gewriya hev, li hev dixin. Çû ket nabêna zarokan, ew ji hev kirin. Got:

-Xêr e, hûn ji bo li hev dixin?

Zarokan gotin:

PARVE BIKE