11 april 2021

Dibê meriv ji hevalê neyar ra serketinê nexwaze

Mêrik(Îlhamî Işik) çûye bûye endamê partiya GPê(Partiya Pêşerojê), bûye aqilmendê Ahmet Davutoglu; yanî bûye rêberê dijminê xwe, aqilmendê dagirkerê welatê xwe, berpirsiyarê kuştina bi hezaran keç û xortên kurd.

Bi sedan kurd, xwedêgiravî hin zana û ”ronakbîrên” kurd jî ev aqilmendê dijmin pîroz kirine, gotine ser xêrê be.

Her cara ku ez rezaletên wiha dibînim ez hinekî din jî bêhêvî dibim.

Kurdên Kurdistana bakur zêde, zêde xerabe û laçka bûne, zana û rîsipiyên wan, siyasetmedarên wan bi kêfxweşî, bi serbilindî kurdên bûne rêberên dijmin pîroz dikin, ji wan ra serketinê dixwazin.

Serketina Ahmet Davutoglu û kesê bûye aqilmendê wî binketina me ye, têkçûna Kurdistanê ye. Davutoglu dixwaze Kurdistan ya tirkan be û em kurd jî ebedîyen bindest bimînin, tu car azad nebin û Kurdistan çê nebe.

Lê kurd dîsa jî vî zilamê dijmin pîroz dikin, jê ra serketinê dixwazin.

Zahmet e ji van însanên zereyê welatperweriyê pê ra nemaye tiştekî baş sadir bibe.

Ji nava tu miletekî din bi qasî yên kurdan xayin, cahş derneketine, bi taybetî jî li Kurdistana bakur jimara hevkarên dijmin û xayinan pir e.
Li beşên din jî kurdên bûne zilamên dijmin, bûne xayinên qewmê xwe pir in, lê ne bi qasî yên me. Û li wan beşan kurd xayinan nadin ser serê xwe. Lê li ba me zilamtiya dewletê û partiyên tirkan şerm nayê dîtin. Çimkî civat êdî tirkan wek dagirker nabîne.

Lema jî civat ji hebûna leşker, pûlis û dewleta tirk a li Kurdistanê aciz nabe. Ji ber wê jî hevaltiya dewletê û partiyên tirkan jî normal dibîn.
Di viya da siyasetmedar gunehkar in, wan şiûrê netewî nedaye milet, wan endametiya partiyên tirkan wek hevkariya bi dijmin ra nedîtine.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE