11 april 2021

Parastina Kurdistana Federe wezîfeya her kurdî ye

Bêguman meriv kane gelek kêmasî û şaşiyên PDKê û YNKê kirine li dû hev rêz bike û rexene bike. Ez jî tim rexne dikim, fikrê xwe dibêjim.

Bi rastî jî berpirsiyarên van herdu partiyan gelek şaşî kirne, piştî hewqas sal dibê rewşa wan nuha baştir bûya, dibê ne di vî halî da bûna. Dibê meriv viya bibêje.

Lê kêmasiyên Kurdistana Federe çi be jî ew beşekî Kurdistanê yê rizgarkirî ye, sitareke kurda ye.

Hukûmet di destê kê da be jî hezar qatî ji bindestiya ereban, farisan û tirkan baştir e.

Kurdên li dijî hukûmeta Kurdistana Federe ne, gav û saetê neyartiya vê sitara kurdan dikin ya bêhiş in, dîn in, ya jî zilamên dijmin in, dixwazin kurd tim bindest û kole bimînin; dixwazin ev beşê azadbûye jî ji destê kurdan derkve û kurdên başûr jî wek me bibin bindest.

Şaşî û kêmasiyên PDKê, YNKê û kurdên başûr bibêjin, rexne bikin, lê neyartiya wan nekin, wek roniya çavê xwe li vî beşê ne bindest, azad xwedî derkevin.

Ev yek wezîfeya her kurdê welatparêz e. Her kurdê serxwebûnxwaz, azadîxwaz dibê viya bike, dibê bixwaze Kurdistana Federe bijî, zeîf nebe, ev îmkan ji destê kurdan neçe, hêdî hêdî bibe welatekî serbixwe.
Kurdê eksê vê bike merivê neyar e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE