11 april 2021

Mêranî

Yekî dîn ji tîmarxanê reviyabû, derketibû ser minarê. Bala xwe dayê mele azanê dixwîne. Çû bi gewriya mele girt, got:

-Hutil batil, emê bi hev ra xwe bavêjin jêr.

Mele çuqasî li ber geriya, recayên nemayî jê kir jî, pere nekir, yê dîn got na, emê bi hev ra xwe bavêjin !

Mele bala xwe dayê heger riyekê ji xwe ra nebîne, ewê nikanibe bi hêsanî pêxîla xwe ji dest xelas ke. Jê ra got:

-Ji vir xwe avêtin pirr hêsa ye, her kes kane viya bike. Tu pirr mêr î were em herin ji jêr xwe çindî ser vira bikin !

Gotina mele ket serê yê dîn, got:

-Wele tu rast dibêjî, were em herin jêr…

 

Newêrîbûye rûne

Satilmiş Dîlbazê tirk û hevalê wî Nasir Firildak wek karkir çûbûn Londonê û cara pêşî bû li otoboza du qat suyar dihatin. Herduyan bilêtên xwe birrîn û li otobozê suwar hatin. Satilmiş Dîlbaz ji Nasir Firldak ra got wele ezê derkevim qatê jor. Lê çer derket jor, di cî da, bi ruyekî sipîçolkî bi paş da vegeriya. Hevalê wî meraq kir, got:

-Ma tu ji bo çi rûnenişt, wiha zû vegeriya?

Satilmiş got:

-Law qatê jor bêşufêr e, ez tirsiyam rûnim.

 

Kilîta wenda

Xoce Nesredîn kilîta mala xwe wenda kiribû. Li hewşê viz dibû, vir da û wê da diçû û dihat, li kilîta xwe digeriya. Xanima wî jê pirsî, got:

-Te kilîta xwe li ku xist?

Xoce got:

-Xanim, heger min bizanîbûya min li ku xistiye, ma ez lê digerîyam?

 

Zirrînê da dest

Kerê henşerî, postekî şêr ji derekê bi destê xwe xistibû. Postê xwe kişand xwe û fena ku ew şêr be daket nav daristanê. Û bi rastî bi vê lîstika xwe gelek lawirên kêmaqil tirsand. Dawiya dawî rastî rûvî hat, xwest rûvî jî bitirsîne. Rûvî keniya, got:

-Birakê ker, heger tu dixwazî min bitirsînî dibê tu ji zirrîna xwe bibî. Heta ku tu bizire ez zanim tu ker e.

 

Heywanekî pir mezin e

Sofî ewê bibûya îmamê camiya gund, lê gerek dîploma wî ya mekteba destpêkê hebûya, bêyî dîplome ew nedikirin îmam. Ji mecbûrî çû bajêr, muraceet kir ji bo ku têkeve îmtîhanê. Midûr û mamosteyan gotin:, sofî, wa ye salên te derbas bûne, piştî vî umrî tu nikane tu derz-merzan bixebitî û têkevî îmtîhanê. Hema emê pirsekê ji te bikin, ku te zanîbû emê dîplomê bidin te.

Sofî kêfa wî hat, got baş e, bipirsin.

Mamosteyan gotin:

-Ka ji me re bibêje fiîl(lêker, verb) çi ye ?

Sofî, hinekî fikirî, got:

-Wele ez derewa nakim, min bi çavê serê xwe nedîtiye, lê li gor dibêjin heywanekî pirr mezin e.

 

Dora min giş mirî ne

Yê serxweş riya mala xwe şaş kir, çû ket nav gorristanekê. Telefonî pûlis kir, got:

-Elo, ma tu pûlis e?

Pûlis got:

-Erê, kerem bike.

-Keko der û dora min giş mirî ne, 400-500 heb in.

Pûlis got:

-Ya sitar ! Zû bibêje tu li ku yî?

-Ez li gorristanekê me…

-Wey Xwedê bela te bide te, telefonê bigre, te ez bizandim…

 

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE