12 april 2021

Qey şansê min xerab e !

 


Qey şansê min xerab e, heçuyê min qelişîye. Ez çaxa xwarineke xweş, şîranîyek lezîz çê dikim, xanima min ji dêlî kêfxweş bibe, diqehere, pozê xwe hil dike, hezar û yek qusûr maneyê li xwarina min, li şîraniya min dibîne.

Ya dibêje ya şor e, ya dibêje bêxwê ye. Ya min pir kelandiye, ya jî hinek pê ra maye.
Heger ew jî nebe, efendim min her der tê gerandiye, min mitbax qilêrî kiriye.

Yanî miheqeq kêmasiyekê, qusûrekê li xwarina min dibîne.
Lê dû ra ez dibînim bi dizî ji min pirtir dixwe.
Gava ez dibêjim wa ye te xwariye, ya dibêjê min ji mecbûrî xwar, ya jî zarokan xwariye…

Nuha min şorbeşîra Wêranşarê çê kir, ji qahra dike biteqe, dibêje bûye dims, nayê xwarin. Pir e, kê hewqas şorbeşîr bixwe ?

Bawer bikin ne rast e, here wer min çîçik ji nîv qedehê zêdetir şekir xist lîtirik şîr. Lê nikane qusûreke din bibîne, dibêje pir şîrîn bûye, nayê xwarin…

Min jê ra got xanim, pîrekên xelkê gava peyên wan xwarinekê çê dikin kêfa wan tê, halana tê hil didin, lê tu diqehere. Çimkî tu dibînî ez ji te baştir çê dikim, lema jî tu ji min didexise. 
Qebûl nekir, keniya, got TEW !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE