15 april 2021

Ez jî îro aşî bûm

 

Îro ez çûm min derziya vaksînê (biontech pfizer) li xwe xist, yanî ez aşiya xwe bûm û hatim malika xwe.

Ez û xanim bi hev ra çûbûn. Min ji bo xwe wext veqetandibû. Ji bo ku me ji bo xanimê jî wext veneqetandubû ew aşî nekirin, gotin  gerek hûn ji bo wê jî wextê veqetînin.

Lawikê me ewê ji wê ra jî wextê veqetîne, heta çend rojan ewê dora wê jî were.

Êdî tirsa min ji sulala korona moronayê jî tuneye. Covîd-19 ye, çi jahr û zuqşm e, bêminet e, çi ji desta tê bira texîr neke. Min bi vaksîna herî baş tedbîra xwe girtiye.

Esas ez vaksîn nebûma jî dibû, ez saxlem im. Lê ji bo dilê xanimê û zarokan û hevalan têkeve cî ez aşî bûm.

Dema xanima hemşîre ez vaksîn kirim, tew ez pê nehesiyam, min hew dît got temam rabe.

8-9 saet di ser ra derbas bûn, hîn tu komplîkasyon çê nebûye, hêvî dikim wiha dom bike. Hinek dibêjin piştî hefteyekê jî kane hin problem derkevin.  Ez bawer nakim tu problem derkevin. Nizanim çima, lê hema ev hîs bi min ra heye.

NOT:

Gelî hevalan, fortên min dane xwe heneke, meriv vaksîn bû jî dibê xwe biparêze. Tu vaksîn li hemberî koronayê sedîsed garantiyê nade. Bi fortên min nexapin, hûn aşî bûn jî xwe biparêzin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE