16 april 2021

De tu mêr î nehêle !

Yekî torî kera wî li ber bû, diçû ser rezê xwe. Bi rê da du kes rastî wî hatin. Yên rêwî hîn neguhîştibûn ba yê torî, yekî ji hevalê xwe ra got:

-Evê ji hember da tê torî ye. Ez kanim kera wî pê bidim kuştin. Hevalê wî keniya, got:

-Na lo, ji bo çi ewê kera xwe bikuje ?

Hevalî wî got:

-Dema em gihîşt cem tu yê bibînî.

Dema gihîştin balê, ji xwediyê kerê ra got:

-Tu çima li vê heywana kerr û lal dixî, ma ne gune ye?

Yê torî li kera xwe nedixist, lê dîsa jî got:

-Çi ji te ra? Kera min e, te xêr e?

Yê din got:

-Wele ez qebûl nakim tu lêxî. Heger tu çoyekî din li heywanê xî ezê te bikujim !

Yê torî dîn bû, hema di cî da bi ço û bi pihîna bi kerê ket, heta kera xwe kuşt û got:

-De were qebûl neke !

Yê din got:

-Çi ji min ra, te kera xwe kuşt û zirar da xwe û riya xwe dom kir…

Feqîrê torî rahîşt kurtanê kera xwe û çû malê. Bavê wî got:

-Lawo, ka kera te, te çi bi kerê kir?

Got bavo, wele hal û mesele ev e, min ker kuşt.

Bavê wî got:

-Te qenc kiriye. De rabe here êxur, dahşika wê jî li wir e, wê jî bijuje ! Kî mêr e bira were qebûl ne !

 

 

Şaşik

Rojekê yekî faris nameyekê dide Xoce Nesredîn, dibêje:

-Xoce, ji kerema xwe viya ji min ra bixwîne.

Xoce bala xwe dayê ku nivîs bi farisî ye. Name paş da daye mêrik û gotiye:

-Ev nivîs bi farisî ye, ez nikanim bixwînim. Bibe ba yekî bi farisî zane.

Gava Xoce wiha dibêje mêrik diqehere, dibê:

-Xoce, heger tu yê nikanibî nameyekê jî bixwînî wê gavê çima te ev şaşik daye serê xwe?

Xoce şaşikê ji serê xwe digre, dide serê wî û dibêje:

-Heger marîfet di şaşikê da ye, kerem ke tu bide serê xwe û nameya xwe bixîne.

 

Bûyereke balkêş

Serokkomarê Tirkiyê yê kevn general Kenan Evren piştî teqawit bû bi rojnamevanan ra civînek çê kir, qala hin bîranînên xwe dikir. Rojnamevanekî jê pirsî:

-Di 9 salên serokkomariya xwe da te gelek welat zîyeret kirin. Di van ziyaretan da gelo tu rastî bûyareke enteresant hatî yan na?

Kenan Evren got:

-Erê, pir in. Lê yekê qet ji bîr nakim. Di ziyareta xwe ya Îngilîstanê da tiştê pirr bala min kişand, himalên wan jî giş bi Îngilîzî dipeyivîn. Lê ji heyeta me bêyî tercumên yekî jî bi îngilîzî nizanîbû.

 

Daxwaza berî mirinê

Du xerzî biribûn ber sêdarê, ewê herdu jî bi darda kirina. Qadî daxwaza wan a dawî ji wan pirsî:

Yekî got:

-Ez dixwazim hûn ji min ra pîvazên dinê gişan bînin vir.

Qadî matmayî ma, berê xwe da xerziyê din, îcar daxwaza wî pirsî.

Wî jî kesereke kûr kişand û got:

-Ma malmîrat ji min ra li dinê tiştekî ku ez bixwazim hîşt ?

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE