16 april 2021

Biçûk mezinan texlîd dikin

Biçûk li mezinan dinêrin, hal û hereketê mezinan çi be, çawa be, biçûk jî wî exlaqî digrin.

Heger mezin, rîsipî, zana û entellektuelên miletekî tirsonek bin, oportunîst bin, newêrbin li ser şaşiyên hev fikrên xwe bibêjin, newêriribin tiştên şaş dibînin rexne bikin, ev tirsonekî û oportunîstî sîrayetî xortan jî dike, dibe kulturek.

Ez vê kulturê, vê oportunîstiyê şaş dibînim û tiştê li dijî wê dibêjim. Ez zanim ev yek ne bi dil gelek kesan e.

XXX

 Vaksîna min bi silametî, bêyî problem derbas bû. Do bi şev milê min hinekî îşiya, destê sibê ketim taya sar, lê dû ra derbas bû.

Îro pir baş im. Êşa milê min nema.

Min û xanimê ev yek nuha pîroz kir. Ez û xanim bi hev ra em çûn ba masîforoşa me, me sê perçe sorikê xwe yê pir xweş kirî û em hatin malê.

Min masiyê xwe sor kir û şûşeyek şera ba xwe ya Amerîkanî Mcmanis Petia Sirah jî vekir û silametiya min pîroz kir.

 

XXX

Bînfirehî, mutewazîtî, demokratbûn baş e, zidê kibrê û quretiyê ye.

Lê belê bînfirehî, xweşbînî û tewazuha zêde jî ehmeqî ye. Dibê meriv her tiştî, her şaşiyê, her nelirêtiyê xweş nebîne. Heger ne wiha be wê demê dibê her tişt serbest be, qanûn jî ne hewce ne.

 XXX

Muhabirekî Rûdawê(Rawên Stêrk) bi neyarê kurdan yê herî har û xebîs, bi Dogu Perînçek ra hevpeyvînek kiriye.

Dogu Perînçek bi zanetî ew li ber ala tirk daye rûniştandin. Wî jî ev yek qebûl kiriye. Çimkî şexsîyet tuneye

Bi Rûdawê ra şerm jî nemaye, lema bi namerdekî wek Dogu Perînçek ra jî hevpeyvînê dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE